Sêrt
Heta niha 16 şaredarên kurd hatine girtin. Polîsan vê carê berê xwe da Şaredariyên Sêrtê. 22 kes hatin binçavkirin.
Lêgerîn û serdegirtina Şaredariya Sêrtê ku ji aliyê Dozgeriya Komarê ya bi Rayeya Taybet pêk hat (serê sibeye 17'ê mehê dest pê kiribû) bi dawî bû. Polîsan piştî li avahiya Şaredariyê 12 saetan lêgerîn pêk anî, 40 çewal ewraq û belge desteser kir. Dîsa hemû hard dîskên kompîtûrên şaredariyê desteser kir. Di serdegirtina şaredarî û malan ên li Sêrt, Dihê, Misirc û Ciwanika de bi tevahî 22 kes hatin binçavkirin.
Serê sibê bi sedan polîsan bi fermana Dozgeriya Komarê ya Bi Rayeya Taybet a Êlihê, li Sêrt, Dihê, Misircê û Ciwanîka bi ser malan û şaredariyên BDP'î de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de bi tevahî 22 kes binçavkirin. Lêgerîna li Şaredariya Sêrtê ku serê sibê dest pê kir, piştî 12 saetan bi dawî bû. Lêgerîna li beşên Midûriyeta Bajarvanî û Îmarê, Miduriyeta Muhasebeyê, Amîriya Ragihandinê û Midûriyata Av û Kanalizasyonê û Parzinandina ava qirêj 12 saetan lêgerînê berdewam kir. Polîsan piştî legerînê 40 çewal ewraq û belge desteser kir. Dîsa hemû hard dîskên kompîtûrên şaredariyê desteser kir.
Polîsan di serdegirtina malan de Serokê Komîsyona Îmarê Bayram Kaçar, Şêwirmendê Şaredar û Midûrê Têkiliyên Gel û Çapemeniyê Sabrî Ozdemîr, Midûrê Karê Maliyê Zekî Gunduz, Midûrê Mîmar û Bajarvaniyê Evin Mercan, Endezyar Mûstafa Atsay hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin:
Li Dihê Şaredarê Dihê Melîh Oktayi, Gokçebag Midûrê Muhasebeya Şaredariyê Îzzet Ugur, Cîgerê Şaredarê Misircê Çaçan Yorulmaz, Kurê Şaredarê Sêrtê Selim Sadak Hakan Sadak, Xebatkarê Kanalîzasyonê ya Şaredariya Sêrtê Cengiz Erdogan û Dilaver Bagtur, Mutahîd Aziz Arslan, esnafên bi navê Ercan Aslan, Dilvan Koçak, Muzaffer Koçak, Omer Kaçar, Mehmet Kaçar, Muhammed Sezgin, Endamê meclisê Bayram Kaçar, Şêwirmendê Şaredar û Midûrê Têkiliyên Gel û Çapemeniyê Sabrî Ozdemîr, Midûrê Karê Maliyê Zekî Gunduz, Midûrê Mîmar û Bajarvaniyê Evin Mercan, Endezyar Mustafa Atsay û 4 kesên navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin.