Diyarname
Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzaî piştî vegera Tirkiyeyê li Balafirgeha Hewlêrê qeyrana dil derbas kir. Dîzaî rakirin nexweşxaneyê. Hat gotin ku rewşa Dîzaî baş e.
Li gor nûçeya Rûdawê duh êvarê Dîzaî qeyrana dil derbas kiriye û ew rakirine nexweşxaneyê. Çavkaniyeke ragihandiye ku rewşa Dîazî baş e, niha diaxive. Heman çavkarî gotiye, ji bo dermankirina wî dibe ku wî bibin Avusturyayê.


