• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Giyadîna Xortaniya Min

Dîrok : 08 02 2020 | Beþ :

Serbest

Ayhan Demir/ Swêd

Bîranînên xortaniya min in; behskirina çend kesayetên Giyadînê, yên balkêþ û rengîn ku giþan bi hurmet bi bîr tînim…

Ji roja ku me ling avêtiye Giyadînê vir ve em nebûne bajarî. Çimkî bajariyan gundî wekî Kurmanc didîtin. Rehmetiyê bavê min, gayê cotê me serjê dikir, dikir qelî, bi giregirên bajêr dida xwarin! Wexta diya min digot, ev çi ye tu dikî, wî digot, bila bêjin, Miheme Emîn Osmanî ye! Piþt re diya min li gund hîþt, bi qîza "dewe wekîliyekî" re zewicî, kete peyî kêfa xwe...  

Hesenê Sîmsar, bi gundiyan re li "Serê Kelê" gulaþ digirt, dikete mercê. Ji bo dahatuya Neþetê kurê xwe, bilêtên pîyangoyê difirotin. Lê bi carekî be "amortî" jî lê nedixist…  

Rehmetiyê Selamî û Nacîyên bira, rojname ji aboneyan re vediqetandin, nimare dikirin, li refan rêz dikirin. Bi wê dikana xwe a piçûk dibûn alikarê ronakbûna me...

Sînemaya apê Evdillah Taþdemir bibû qada me ya fêrbûna "karete" û "kûng-fû"yê. Wexta ceyran diçû, me bi dûriþmên " yan deng yan qet" sînema dihejand.

Apanên me yên Kurtika cil û bergên xweþ li xwe dikirin. Wexta ji gund dihatin li hinda merzelan lastîkên xwe derdixistin, îskarpînên xwe pê dikirin. Krevatên wan yên rengîn û þewqeyên fotêr nîþana mîrzebûna wan bûn...

Rehmetiyê apê Zorbay gundekî bi navê Zorava li qûntara çiyayê Tendûrekê ava kiribû. Ne ji dewletê re serî datanî ne jî ji eþîrên din re…

Têkiliyên bi dewletê re bi xêra "arzûhalciyan"(daxwaznamenivîs) rê ve diçû. Daxwaznameyën Nûroyê Koy Katibî bi gotina " ji meqamê berze yê qaymeqamiyê re" dest pê dikirin. Karê xwe de jîr bû! Heta, bêyî haya jinikê jê hebe, çûbû ew di fermîyetê de li xwe mehr kiribû! Salihê dewa wekilî, miqabilê du teneke penêr û tenekeyek rûn rapora hemû zozanan dinivîsî. Bi têgehên wekî "Þerqen, Þemal, Garben û Cenûben" tixûbê erd û zozanan kifþ dikir. Ecêb bû, her kesî jî ji wan raporên sexte bawer dikir.

Ebedîn Çavûþ, bi daktîloya xwe ye narîn ewil gundî ditirsandin, paþê jî bi pereyekî giran þixula wan hal dikir! Bi wan pereyan ji xwe re motoreke Argemot kirîbû. Li aliyekê wê "Alî", aliyekî "Muhammed" nivisîbû. Dengê eksoza mîrata Argemotê mîna dengê balafirên F16 bû... 

Gundiyën me yanî Koçoyan, saet pêncê sibê de dihatin, heta êvarê li ser darê Mihê Lelê rûdiniþtin û tî û birçî benda encama doza zozana xwe diman. Êvarê jî bêyî tu encam girtin tî û birçî vedigeriyan gund. Piþtî van rojan li gelekan nexweþî rabûn...

Yekane gardiyanê me Silhoyê gardiyan bû. Di wê girtigeha piçûk de bûbû hevkarê xwarinê yê girtiyan. Bi wan re radibû bi wan re rûdiniþt.. Peywirdarên adliyê bi bertîlên piçûk mizginiya encama mehkemeyan didan xwediyê doz û dewan... 

Gelek esnafên me yên balkêþ û cuda hebûn. Apê Fettahê pirtîfiroþ jî serê salê heta binê salê bi heman krevat û fotêrî dikkan vedikir. Hecî Elî yê Tehlo bi rûyê xwe yê wekî "Karagoz'ê Tirkan bala muþteriyan dikiþande ser xwe. Adoyê çerçî çiqas sêv û tiriyên xirabe hebûn, dikir barê çend keran, li rêzegundan belav dikir. Dogan beqqal solên gîzlavêt yên marqeya "Boga" difirotin. Êdî ji þansê kê re boxeyekî çend nimare biketa... Kizoyê Çomoyî bi henekên xwe û zarê þêrîn çaya xwe ber çavên merivan þirîn dikir... 

Di dikkana apê El-mecît de çi bêjî hebû. Karbox, îspîrto hetta þima jî hebû. Ûsiv Ziyayê Tewlê xoya reþ him difirote merivan him jî heywanan. Pê re jî dizîka ve xebatên partiya komunîst dikir. Apê Zubêyd bi gopalê xwe yê hesinî diþibiya mîllîtanên partiya TÎP'ê. Û eþqa wî ji bo Behîce Boran eþkere bû..

Meleyên me yên ecêb hebûn. Mele Ezeddîn û mele Zekî di qulçikên nepenî yên qehweya Mihikê de rojiya xwe diþikênandin. Mele Turan heta êvarê þerab vedixwar, nimêja eþayê jî bi niftî re dikir... 

Ticarên me jî balkêþ bûn. Rehmetiyê Sebrî Axa hezar pez difirot, pere dida qasa Remzî Selîmoglu (çimkî banqe nedizanibû), þeva xwe jî di Otel Dogana siksar ya bi navê " Sanci Palas" dihate naskirin de derbas dikir. Cambazên me ji ber ku fayîz nizanibûn têgeha "deynê dokuzê" li lîteratura aboriya dinyayê zêde dikirin. 

Çend heb dengbêjên me ye naskirî jî hebûn. Li qehwexaneyan bi kilaman dilê me û xwe tev xweþ dikirin. Dengbêj Mele Tûran her tim li dora Kalko bû. Te digot qey yek Evdal e tek jî Surmelî Memed paþa ye. Vê eleqeya mele Tûran dilê Kalko xweþ dikir, ev jî dibû sebebê çay îkramkirina Kalko ya ji bo her kesî... Hesoyê Bûro di dewatan bi Pala re kilam diavêtin ber hev. Rû û qalpaxê serê wî diþibiya Koprulu Memed Paþayê Osmanî... 

Gelek navên bi heybet hebûn. Ezraîl, Zulmat, Tofan, Atêþ û Qehar. Nav bi heybet bûn lê xwediyê navan kesên henûn bûn... 

Ji gelên din jî bajariyên me hebûn. Îsmaîlê Ecem yê hostayê derî û pencereyan, Sulhoyê Xezo ango hespê pîrê yê erebeyên ga çêdikirin yek jî wan bûn 

Tenê yek berberê me hebû. Berber Çelebî serê me wekî bizinan kirkirî dikir, berê me dida lîseya Giyadînê. Sadiqê boyaxçî jî li gel gotina stranan solên hemû lîsê direngand. 

Ahmedê Ereb( Ozdemir) bi restaûranta xwe hîtabê karmendan dikir, rehmetiyê Memet Bîrgul jî hîtabê gundiyan... 

Îsayê qesab bi Mecît û Mihemed re çiqas pezên nexweþ hebûn serjê dikirin û li gel belav dikirin. Ecêb bû tu kesî zirarek ji van goþtan nedidît..

Yekane dixtorê me Baqiyê Sixiya bû. Rehmetî bi þiringa xwe ye mezin tenduristî belavî hemû bajêr dikir... Kemalê dirankêþ, wekî dirankêþên Nazîyên Almanî diranên me ser piya dikiþand... 

Bekçiyên(notirvan) me jî ecêb bûn. Þilikê bekçî, yê diþibiya meraþalê Ûris, ji tirsa heta serê sibê fîqê dixist.

Baxçeyê Nenê hebû. Tije pîvaz û gizêr bûn. Hemû ciwanên bajêr cara ewil di wî baxçeyî de xwe li diziyë diceribandin..

Alkol Îbo, îspîrto vedixwar û xwe li ser cemedê dirêj dikir. Dengê kuxika Kemal Iþýk û Adin Moro, du kîlomêtrê dûr ve dihate guhê merivan. Aûstina kamyona Keko û BMC ya Tahoyê Beko her tim ji bo temîrê li ber derê temîrxaneya apê Kazim bûn. Kamyona li ber derî nobet digirt, wan jî li ber kamyonan. 

Cejnên fermî pir ecêb derbas dibûn. Alî Çakan bi liv û tevgera xwe fetîhkirina Stenbolê ya Fatîh Sultan dianî bîra merivan. Te digot ji nû ve Giyadînê fetih dike. Ozanê Pîlekî di helbest xwendinê ewqas dicoþiya lê dixist peykera Atatirk ya li ser kursiyê axaftinê diþikênand. Þêx Elî deh bendê "Îstiklal Marþi " ya Tirkan jibere dixwend û nîzama fermî dimeþiya... 

Rovî Nizo salewextekî amadekariya pêþbirka hespan dikir. Lê roja pêþbirkê ji hespê dikete xwarê û hestiyên wî tev hûrhûrî dibûn. 

Delal hosta, hostayê tirpan, tevir û bêran bû. Yanî hostayê hesin bû. Wekî Kawayê Hesinkar yê welêt bû... 

Wexta dibû êvar hemû esnaf li erebeya Xalo Þewket siwar dibûn, berê xwe didan germevê. Li gel henekên Îsmetê Reþ him qirêja rojê him jî westa rojê ser xwe diavêtin. Û piþtre berê xwe didane malê, li benda roja din diman... 

Nîþe: Hîn nav ji bo reseniya wan xirab nebe, di nava gel de çawa tên zanîn bi wî awayî hatine nivîsandin.

Wergera ji tirkî: Îhsan Bîrgul

Hûn dikarin li van jî binêrin

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji girtîgehê derket

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji...

11 08 2022

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur kir

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur...

10 08 2022

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

08 08 2022

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam gotin wekî ajotina erebeyê ye”

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam...

03 08 2022

Ev jî hene

Guhên Kerê

Guhên Kerê

23 03 2009

Nameyeke vekirî bo Wezîrê Perwerdeyê Dilþad Ebdurehman

Nameyeke vekirî bo Wezîrê Perwerdeyê Dilþad Ebdurehman

14 02 2008

Bi kurdî navê rengan: 96 reng hene

Bi kurdî navê rengan: 96 reng hene

28 06 2017

Gotina hefteyê: 7 xalên ji bo çareseriyê

Gotina hefteyê: 7 xalên ji bo çareseriyê

25 06 2011

Dewleta kurdî, yekbûn û delîva dawî

Dewleta kurdî, yekbûn û delîva dawî

04 07 2016

Nivîsên Nû

Zekî OZMEN

Hemal

Zekî OZMEN

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eþqê û welatperweriyê

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji þaxêt beranan

Omer Dilsoz

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

Helîm YÛSIV

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname