Diyarname
Li Şîlî hê jî zagona bingehîn a ku di dema Dîktotar Augusto Pinochet de hitaye amadekirin li ser kar e. Di referandûma sala 2020'î de gel gotibû "Erê, bila zagona bingehîn a nû bê nivîsandin" lê niha gel ev zagona hatiye nivîsandin red kir.
Dîktator Pinochet di navbera salên 1973-1990'î de welat bi rê ve biribû û zagona ku wî amade kiribû jî hê li ser kar e. Niha zagoneke nû hat nivîsandin û ew dan ber dengdanê. Li gor agahiyên ku hatin belavkirin sedî 61,9'î dengê "na" daye û gotiye bila zagona heyî ku gelek caran xalên wê hatine guhartin bimîne. Tenê sedî 38,1'î dengê erê daye.
Di rezbera 2020'î de di referandûmê de biryara sazkirina zagoneke nû hatibû girtin, di hilbjartina şaredariyan a sala 2021'ê de jî bi dengên gel heyeta ku dê zagona bingehîn amade bike hatibû hilbijartin.
Serokomarê Şîlî Gabriel Boric piştî vê yekê got, "Gere em guh bidin dengê gel" û paşê diyar kir ku dê pêşnûmayeke nû ya ji bo zagona bingehîn amade bikin.
Hin partiyên rastgir û çepgir jî alîgirên "redkirin"ê bûn û wan piştî vê encamê diyar kir ku ew jî ji bo pêşnûmayeke nû dê bên ba hev.
Di zagona bingehîn a ku hat red kirin de 388 xal hebûn û hin xalên wê ev bûn:
- Nîvê xebatkarên dewletê dê jin bin.
- 11 civakên herêmî dê bêne nasîn û Şîlî dê bibe "Welatekî pir neteweyî"
- Temenê kesê/a bibe serokomar dê ji 35'an dakeve 30'î.
- Kurtaj dê bibe fermî.
- Senato b^erakirin, Meclisên Herêmî bikeve cihê wê.
- Ji bo têkoşîna dijî qeyrana avê bila statuya "kes nikare xwedîtî li avê bike" bê sazkirin û Ajansa Avê ya Neteweyî bê avakirin.


