Diyarname
Di serî de li Îtalya û Fransa, li hin welatan yên ku derziya dij Covid-19 li xwe nedane astengî tên. Fransayê navê "Paseporta Covid-19" , Îtalyayê navê "Qerta Kesk a Destûrê" lê kiriye.
LI ÎTALYA'ê 6'Ê MEHÊ DEST PÊ DIKE
Li Îtalyayê ji 6'ê mehê wêdetir kesên ku derzî li xwe nedabin dê nikaribin bikevin cihên wekî sînema, muze, stad û cihên din ên ser-dorgirtî. Li ser vê yekê 30'ê mehê li meclisê nîqaş derket, mebûsên dij derziyê û yên din pevçûn.
"PASEPORTA COVID-19"
Li Fransayê biryar hatiye girtin ku yên derzî li xwe nedin rastî astengiyan bên. Navê "Paseporta Covid-19" lê kirine. Li ser vê bi hezaran kes dijî "Paseporta Covid-19" daketin kolanan. Parîs jî têde li 250 cihan li dor 160 hezar kesî di çalakiyan cih girt.
Hikumet, piştî 9'ê mehê bi vê paseportê ji bo yên derzî li xwe nedane hin astengiyan tîne, ew jî dij vê ne.
ÇEKYA, DYA, TIRKIYE
Li Çekyayê kesên derzî li xwe bidin dewlet du roj destûra tatîlê dide wan. Hikumet dixwaze bi vê yekê rê li ber derzîlêdanê veke û dixwaze însan herin derzî li xwe din.
Li DYA'yê jî li hin eyaletan biryar hatiye girtin ku ew ên herin derzî li xwe din wekî diyarî dê 100 dolar pere bigirin.
Li Tirkiyeyê hin alî nîqaş dikin û dixwazin kesên derzî li xwe nedane nekevin cihên ser-dorgirtî ku ji bo raya giştî vekirî ne. Lê hê biryareke fermî nîn e.