AMED
Odeya Tabîban a Amedê û Odeya Dermanfiroşan a Amedê, ji bo rojavayê Kurdistanê dest bi kampanya alîkariya dermanan kir.
Odeya Tabîban a Amedê û Odeya Dermanfiroşan a Amedê, bi civîneke çapemeniyê ya li avahiya Odeya Dermanfiroşan a Amedê dest bi kampanya alîkariya dermanan a ji bo Rojava kir. Di civîna çapemeniyê de Serokê Odeya Dermanfiroşan a Amedê Ferat Deger, Serokê Odeya Tabîban a Amedê Kemal Karadaş û Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcle (DÎTAM) Mehmet Kaya amade bû.
Serokê Odeya Dermanfiroşan a Amedê Ferat Deger daxuyanî xwend û diyar kir ku çeteyên El Nûsra li Rojava kurdan dikujin. Deger da xuyakirin ku gelê kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û destnîşan kir ku bêdengiya raya giştî ya navnetewî li hemberî vê komkujiyê, tê wateya erêkirina komkujiyê.
Deger wiha dom kir: "Ji bo Tirkiye û raya giştî ya navnetewî vê komkujiyê êdî bibîne û pêdiviyên lezgîn tedarik bike, me wekî Odeya Dermanfiroşan a Amedê ya Herêma 11'emîn û Odeya Tabîban a Amedê dest bi kampanya alîkariya tibî û dermanan kiriye."
Deger ragihand ku Odeya Dermanfiroşan a Amedê bi saziya alîkariyê Heyva Sor re hevdîtin pêk aniye û lîsteya dermanên pêwîst ên ji bo Rojava ji wan xwestiye û got, "Ev lîsteya alîkariya dermanan wê timî bê nû kirin û di pêvajoya kampanyayê de her tim li malpera me ya înternetê bê weşandin. Em li bendê ne ku endamên Odeyên Dermanfiroşan û Odeyên Tabîban ên Tirkiyê, piştgiriyê bidin."
Deger da xuyakirin ku dermangeha seyar a ji Yekîtiya Dermanfiroşên Tirk were girtin, wê li herêmên pêwîstî pê hebe, xizmetê bide û kampanya wan a alîkariya alavên tibî û dermên jî, wê di ber de dewam bike.
***
Nûçe û nivîsên eleqedar:
- Bakur ji bo Rojava li ser piya ye
- Ji eniya Serêkanî-Til Xelef çend not
- Tugluk: Ev polîsên kê ne û xizmetê kê dikin?
- Vê sibê: Polîsan êrîşî konên nobedê kir
- Bernameya meşa Serêkaniyê ya ji bo Rojava


