Diyarname
Di mijarê herî zêde şopandin, twittên herî zêde hatine avêtin û agahiyên din ên ji cîhanê Twitterê yên 2017'an diyar bûn... Twitterê lîsteya agahiyên li ser îsal weşand... Vane hin ji wan agahiyan:
- Bi temamî 350 mîlyon kes twitterê bikar tîne.
- Bi 107 mîlyon û 600 hezar kesî herî zêde kes stranbêja amerîkî Katy Perry dişopînin. Piştî wê Justin Bieber bi 104 mîlyon û 500 hezar şopînerî tê û di rêza sêyemîn de Serokdewletê berê yê DYA'yê Barack Obama bi 98 mîlyon kesî şopînerê xwe tê.
- Di warê siyasiyan de herî zêde Serokdewletê DYA'yê Donald Trump (@RealDonaldTrump) hatiye RT kirin. Piştî wî Serokwerîzê Hindistanê Narenda Modî (@narendramodi) û dûre Serokomarê Venezuelayê Nicolas Maduro (@NicolasMaduro) tê.
- Twettê ku herî zêde ha tiye retwettkirin twetta ciwanekî bi navê Carter Wilkerson e. Wilkerson ji restoranda fast foodê yê navdan pirsî bû "Ez çend retweetan bigirim hûn dê salekê bê pere nuggetan (goştê mirîşkê) bidin min?" Bersiv hat ku 18 mîlyon heb". Piştî vê Wilkerson ji şopînerên xwe bi gotina "Ji kerema xwe alîkariya min bikin, pêdiviya min bi nuggetan heye" twett weşand û tam 3 mîlyon û 600 hezar kesî ew retwett kir.
- Di warê navdarên herî zêde der barê wan de twett hatiye weşandin de koma muzîkê BTS derketiye pêş. Piştî koma muzîkê ya Başûrê Koreyê di rêza duyemîn de jî dîsa ji Başûrê Koreyê koma muzêkê Seventeen tê. Stranbêj Camila Cabello bûye sêyemîn û Justin Bieber bûye çaremîn.
**
Li ser salê nûçeyên bi vî rengî:
- 2017: Li Tirkiyeyê albumên herî zêde hatine firotin
- 2017: Hejmara pirtûkên ku li Tirkiyeyê hatine çapkirin diyar bû
- 2017: 11 fîlmên herî zêde hatine firotin
- 2017: Hindiktir pere ji bo pirtûk û rojnameyan hatin xerckirin
- 2017: Pirtûkên bi tirkî yên herî zêde hatine firotin
- 2017: Sersalê dê kîjan hunermend herî zêde pere kar bike
- 2017: Ronaldo di Goga Zêrîn de gihîşt Messi
- 2017: Time: 'Şexsiyetê/a Salê'
- 2017: Modela herî zêde pere kar kir diyar bû
- 2017: Li Tirkiyeyê azadiya fikir û ramanê
- 2017: Vaye lîsteya bajarên ku herî zêde/hindik pirtûkan dixwînin