2017: Vaye lîsteya bajarên ku herî zêde/hindik pirtûkan dixwînin
Diyarname
Îdefîks platformeke ku pirtûkan bi ser înternetê re difroþe. Wê di encama firotina 6 mehan de lîsteyek li ser bajarên ku herî zêde pirtûkan dixwînin û bajarên herî hindik dixwînin amade kir. Xwendevanan herî zêde roman û pirtûkên zarokan dercih kirine.
Îdefîksê 15'emîn Fûara Pirtûkan a Sanal li dar xistibû û dûre lêkolîna xwe "Tirkiye çi dixwîne?" amade kir. Di lêkolînê de hejmara pirtûkên li bajaran hatine firotin, bi temamî pirtûkên firotine, serjimariya bajar û serjimariya giþtî dane ber xwe û li gor wê liste amade kirine.
Bajarên pir dixwînin
Li gor encamê bajarê ku herî zêde pirtûkan dixwîne Enqere ye, dûre Stenbolê, Eskîþehîr, Îzmîr, Dêrsim û Mugla hene.
Bajarên hindik dixwînin
Di nav bajarên herî hindik pirtûkan dixwîne de rêza pêþî Rihayê girtiye, dûre Yozgat, Semsûr, Osmaniya û Meraþ tê.
Nivîskarên pir difroþin
Di lîsteyê de nivîskarên herî zêde pirtûkên wan hatine firotin jî cih girtine: li gor vê di rêza pêþî de Stefan Zweig cih girtiye, dûer Zulfu Livaneli tê û Yuval Noah Harari di rêza sêyem de cih girtiye.
Her wiha nivîskarên wekî Yaþar Kemal, George Orwell, Jules Verne jî di rêzên pêþîn ên lîsteyê de cih girtine.
**
Li ser salê nûçeyên bi vî rengî:
- 2017: Jinên stranbêj ên herî zêde pere kar dikin