logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Serokê Meclisa Gel a Rojava: Di 6 mehan de wê hilbijartin pêk werin

Li rojavayê Kurdistanê xebatên ji bo xweseriyê bi lez dewam dikin. Serokê Meclisa Gel a Rojava Yûsif Hecî der heqê xwese

  • Dîrok: 16/08/2013
  • Beş: Serbest

AHMET SUMBUL - DÊRIK

Li rojavayê Kurdistanê xebatên ji bo xweseriyê bi lez dewam dikin. Serokê Meclisa Gel a Rojava Yûsif Hecî der heqê xweserî û sîstema piştî got ku ew Sûriyeyê parçe nakin, lê dixwazin di nava 6 mehan de ji bo xweseriyê hilbijartinan pêk bînin.

Serokê Meclisa Gel a Rojava Yûsif Hecî da xuyakirin ku gava kurdan li Sûriyê dest bi şoreşê kirin armanca wan sîstemeke xweser bûye û destnîşan kir ku kurd bi tenê li herêmekê najîn, li bajarên cur bi cur bi hejmara sedhezaran dijîn.

Hecî ragihand ku niha li bajarên di destê wan de ne kurd xwe bi xwe bi rê ve dibin û got, "Me berî niha ji xwe îlan kiribûn ku projeya me xweserî ye. Ji xwe em xwe bi xwe bi rê ve dibin. Me ev projeya xwe li welatên din jî belav kiribû. Me derdê xwe ji wan re got. Destpêkê wan me fêm nekirin."

Hecî da xuyakirin ku, ew di şerê navbera rejima Sûriyê û Artêşa Azad de nebûne alî û kurdan li Sûriyê di nava şerê navxweyî de rêyeke sêyemîn hilbijartine. Hecî got, "Yan emê bibana alîgirên rejîmê yan jî bibana yê Artêşa Azad. Lê me her du jî qebûl nekirin. Me rêyeke sêyemîn danîn holê. Ji bo xwe bi xwe bi rê ve bibin, me dest bi şoreşê kir. Me destpêkê li dora xwe xelekeke ewlekariyê ava kir."

Yûsif Hecî diyar kir ku ji ber di şerê navxweyî yê li Sûriyê de ew nebûne aliyê tu kesî, hin welatan bi pêşdarî nêzî me bûne û wiha dom kir, "Lê hewldanên aştiyê yên Birêz Ocalan bi Tirkiyê re da destpêkirin deriyên ji aliyê Tirkiyê ve girtîbûn, hinekî vebûn. Tevî Almanya, Rusya, Îran û gelek welatên din ên cîhanê, me bi Tirkiyê re jî dest bi hevdîtinan kir. Lîderê PYD'ê Salih Muslim gelek caran diçe Tirkiyê. Hevdîtinên me dewam dikin. Lê belê dijminên me yên ji vê rêveçûna baş aciz in, bi rêya komên radîkal ên îslamî êrîşî me dikin. Ji bo em qels bibin, çi ji destê wan tê, dikin. Lê hêzên YPG û YPJ'ê rê nadin van. Niha bi hezaran jin û xortên me yên ciwan li refên YPG'ê, nahêlin dijminên me xwe nêzî sînoran bikin. Derdê komên radîkal ên Îslamî dagirkirina herêma me ye. Lê emê tu carî destûrê nedin. Rewşa me roj bi roj baştir dibe. Piştî ku me herêma xwe ji van çeteyan xalî kirin, rewşa me wê baştir bibe."

BINGEHA XWESERIYÊ TEMAM E

erokê Meclisa Gel a Rojava Hecî da xuyakirin ku wan bingeha xweseriya demokratîk a kurd, ereb, êzidî, misilman, xiristiyanan di nava xwe de vedihewîne, temam bûye û ew derbasî qonaxa duyemîn bûne. Hecî got, "Me di 21'ê tîrmeha 2012'yan de hêzên rejîmê ji herêma xwe derxistin. Hingî barê me girantir bû. Ji ber ku xizmetên aborî, civakî, siyasî, perwerdeyî, binesazî, hemû li ser piyê me man. Ji ber vê yekê me bi lezgînî komîte ava kirin. Ev komîte, ji bo xizmeta gel seferber bûn. Ji bo gel pirsgirêkên di nava xwe de hal bike, me dadgehên gel ava kirin. Li herêmên çolter wekî gundan jî, di şûna dadgehên gel de malên gel hatin avakirin. Piraniya pirsgirêkan li vir çareser bûn."

Hecî ragihand ku wan li Rojava amadekariyên xweseriya demokratîk xelas kirine û ji bo çareseriya her şêweyên pirsgirêkên derkevin holê, wan komîte ava kirine. Hecî diyar kir ku bêyî cihêkariya ziman, ol, nijad bê kirin wê her kes karibe di rêveberiyê de cih bigire û di nava 6 mehan de jî wê bi hilbijartinekê Parlamentoya xwe ji bo tevahiya cîhanê îlan bikin.

RÊVEBERIYA XWESER JI BO TU WELATÎ NE GEF E

Hecî da xuyakirin ku rêveberiya xweser a li Rojava ji bo tu welatî ne gef e û ew naxwazin Sûriyeyê parçe bikin û wiha peyivî: "Bi tenê, ji bo em gelê xwe biparêzin, em rêveberiyeke bi vî rengî ava dikin. Tirkiyeyê destpêkê em nas nedikir. Lê belê serdanên Salih Muslim ên li Tirkiyê gelekî bi bandor bûn. Em cîranên Tirkiyê ne. Îranê jî banga hevdîtinê li me kir. Li wê derê jî Birêz Muslim hevdîtin kir û rewş rave kir. Êdî welatên din bi çavekî erênî li rêbaza rêveberiya me dinêrin. Piştgiriyê didin şerê me yê li dijî komên radîkal. Ji ber ku Îslamperestên radîkal ji bo Tirkiyê û welatên herêmê xetere ne. Tevî Tirkiyeyê divê tu welat me wekî gefê nebînin. Mîna ku Birêz Ocalan dibêje, tevahiya cîhan bibe dijminê me jî, emê nebin dijminê wan. Lê eger êrîşî me bikin, emê tu carî serê xwe netewînin, heta dawiyê li ber xwe bidin. Emê bibin dostên her kesî, destê xwe yê aştiyê her tim dirêj bikin. Di asta yekemîn de daxwaza me ya bingehîn a ji Tirkiyê, vekirina deriyên sînor e. Ji ber ku mirovên me di gelek waran de zor û zehmetiyan dijîn. Ji bo pêdiviyên sereke yên jiyanê bên çareserkirin divê deriyên sînor tavilê bên vekirin."

ANF

 

***

 

Nivîsa Ahmet Sumbul a din ku ji Rojava nivîsîbû:

- Ji eniya Serêkanî-Til Xelef çend not 


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 20 04 2026

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Waliyê Amedê dibistana kurdî girt

ad

2024: Li dinyayê bûyerên dê biqewimin

ad

Jinek din bû Seroka TUSÎAD'ê

ad

Şêx Murşîd El Xeznewî qeza kerd

ad

Surprîza yekem di Koma A de çêbû

ad

Em êdî nizanin kîjan zanistî ye, kîjan ne zanistî ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname