Diyarname
Li Tirkiyeyê YAYFED (Yayimci Meslek Birlikleri Federasyonu / Federasyona YekÎtiya Pîşeyên Weşangeran) ji bo pirtûkan bandrolê dide. Bi gotineke din her pirtûkek bê weşandin mecbûr e bandrolê bigire. Bi vê yekê re saziya herî baş dizane li Tirkiyeyê çend pirtûk derketine YAYFED e. YAYFED'ê niha hejmara pirtûkên ku di sala 2017'an de derketine piyaseyê eşkere kir. Li gor agahiyên YAYFED'ê heta serê meha 12'yan bi temamî 381 mîlyor, 964 hezar û 139 pirtûk hatine çapkirin.
Li gor hejmara 11 mehên par îsal sedî 6 zêdetir pirtûk hatine çapkirin.
YAYFED dibêje ku di warê vesazkirin (wêje), derveyî vesazkirinê ji bo mezinan (lênêrîn, lêkolîn) û pirtûkên zarokan û pirtûkên pêşciwaniyê de zêdetir pirtûk hatine çapkirin.
Bi temamî 70 mîlyon û 131 hezar û 865 heb pirtûkên lênêrîn û lêkolînê hatine çapkirin. Di warê wêjeyê de 22 mîlyon û 849 hezar û 908 heb hatine çapkirin.
Di warê zarok û pêşciwaniyê de 39 mîlyon û 176 hezar û 995 heb hatine çapkirin.
Ji ber pirtûkên akademîk têne kopîkirin, ji ber ezmûn hatin bi paş ve xistin û guherîn di vê de çêbûn, di çapkirina van beşan kêmbûn çêbûye. Her wiha di warê çapkirina pirtûkên baweriyê de jî daketinek çêbûye.
Li gor vê di warê perwerdehiyê de 199 mîlyon û 300 hezar û 617 heb hatine çapkirin ku di vî warî de sedî 7.5 daketin çêbûye. Di warê akademîk de 4 mîlyon û 409 hezar û 875 heb hatine çapkirin û ki vir de jî sedî 6,5 daketin çêbûye. Di warê baweriyê de 39 mîlyon û 613 hezar û 702 heb hatine çapkinin ku daketin sedî 16 çêbûye.
**
Li ser salê nûçeyên bi vî rengî:
- 2017: 11 fîlmên herî zêde hatine firotin
- 2017: Hindiktir pere ji bo pirtûk û rojnameyan hatin xerckirin
- 2017: Pirtûkên bi tirkî yên herî zêde hatine firotin
- 2017: Sersalê dê kîjan hunermend herî zêde pere kar bike
- 2017: Ronaldo di Goga Zêrîn de gihîşt Messi
- 2017: Time: 'Şexsiyetê/a Salê'
- 2017: Modela herî zêde pere kar kir diyar bû
- 2017: Li Tirkiyeyê azadiya fikir û ramanê
- 2017: Vaye lîsteya bajarên ku herî zêde/hindik pirtûkan dixwînin