Diyarname
Li ser biryara Meclisa Katalonyayê ku serê mehê dê referandûmê li dar bixe Hikumeta Spanyayê biryarek nû girt. Hikumetê 48 saet dem dan Rêveberiya Katalonyayê û xwest ku di vê demê de eşkere bike ku dê pere ji bo referandûmê xerc neke.
Wezîrê Maliyeyê yê Spanyayê Cristobal Montoro got ku gere hikumeta Katalonyayê eşkere bike ku dê ji bo referandûmê qet pereyan ji butçeyê xerc neke û got: "Em destûrê nadin 1 euro jî ji bo hewldanek derzagonî bê xerckirin."
Montoro got ku ger hikumeta katalan vê baweriyê nede hikumeta navendî dê ji 18'ê mehê wêdetir qontrola butçeyê bikeve destê hikumeta Spanyayê.
Di xizmetên ji bo raya giştî, xizmetên tenduristî, meaşên xebatkarên rêveberiya katalan de Hikumeta Katalan biryarê dide. Niha Hikumeta Spanyayê diyar dike ku ger heta 18'ê mehê ew bawerî nedin dê dest deynin ser butçeyê û vê bi hikumeta navendî ve girê bidin.
"Referandûm dê çênebe"
Li aliyê din Serokwezîrê SPanyayê Mariano Rajoy li Barselonayê beşdarî civîna partiya xwe bû, li vir axivî, xwest katalan dest ji referandûmê berdin û wisa got: "Ez bi heman awayî û baweriyê carek din dibêjim. Dê referandûm çênebe. Çiqas dereng vê yekê qebûl bikin ew qas zêde dê zerarê bidin Katalonya û Spanyayê."
Di vê navberê de jendirmeyên Spanyayê îro dest danîn 100 hezar hebî zêdetir broşurên propagandayê yên li ser referandûmê.