Diyarname
Li ser nîqaş û manşetên Tarafê ku îdîaya "Di 1'ê Gulana 1977'an de çepgiran bûyer derxist û mirov kuştin, ne dewleta kûr" pêşî nivîskarê Tarafê Umit Kivanç, vê carê jî nivîskarê Tarafê yê çepgir Nabi Yagci dest ji Tarafê berda.
Nivîskarekî din ê Tarafê Halil Berktay îdîa kiribû ku "Di pîrozbahiya 1'ê Gulana 1977'an de çepgiran çek bikar anîn û ew qas kes mirin" anî bû ziman û bi vê yekê bûyera kuştina karkeran a di vê bûyerê de ji stûyê dewleta kûr derxistibû û avêtibû stûyê karkeran.
Tarafê ev mesele çend rojan derxistibû rûpelên pêşîn ên rojnameyê.
Li ser vê gelek çepgiran reaksiyonên tûj nîşanî Berktay û rojnameyê dabûn. Ji nivîskarên Tarafê jî reaksiyon derketin. Pêşî nivîskar reaksiyon nîşan da û dest ji nivîskariya Tarafê berda.
Di roja 7'ê gulanê de jî nivîskar Nabi Yagci ku temenê xwe di nav têkoşîna çepgiriyê de borandiye nivîsa xwe ya dawî nivîsî û dest ji rojnameyê berda.