Diyarname
Mebûsê kurd ê berê-rewşenbîr A. Melik Firat îro li Erzeromê jiyana xwe ji dest da.
Avakarê Hak-Parê A. Melik Firat îro saet 14.00'an de li Nexweşxaneya Erzeromê jiyana xwe ji dest da. Navenda Giştî ya Hak-Parê daxuyaniyeke weşand û got: "Avakarê partiya me û serokê rûmetê yê partiya me birêz A. Melik Firat di 29.09.2009 saet 14.00'an de wefat kiriye. Serê gelê me sax be."
Hate gotin ku dê cezaneya Firat bibin gundê Qolhesara Xinisa Erzeromê û li wê derê defin bikin.
Abdulmelik Firat kî ye?
Rewşenbîrê kurd Abdulmelîk Firat di sala 1934'an de hatiye dinê. Wî Dibistana Bilind a Pîşeyê ya Zanistên Civakî ya Amedê xelas kiriye.
Firat yekem car di sala 1957'an de 7 sal temenê xwe mezin kir û wekî mebûsê DP'ê yê Erzeromê hat hilbijartin. Firat di Derbeya Gulana 27'ê Gulanê de hat girtin û sal û nîvekê li Yassiadayê ma. Di dema darizandinê de cezaya îdamê li Firat birîn û dûre ew ceza bi cezaya hepsê ve guherandin. Firat di vê demê de sal û nîvekê jî li girtîgeha Kayseriyê ma.
Abdulmelîk Firat di sala 1991'ê de ji DYP'ê bû mebûsê Erzeromê û di vê hikumetê de ji ber ku dijberî polîtîkaya hikumeta DYP'ê bû û li hev nekirin ji partiya xwe îstîfa kir. Demekî wî bi Hasan Mezarciyê ku ji RP'ê hatibû avêtin xebat kir ku partiyê ava bike lê nebû. Dûre bi Yeni Demokrasi Hareketi re (Tevgera Demoksiyê ya Nû) re têkilî danî. Herê dawî Firat, Partiya Maf û Azadiyê (Hak-Par) ava kir.
Firat ku digel zimanê xwe yê zikmakî kurdî bi zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û fransizî jî dizanî di nav endamên meclisê yên ku herî zêde bi zimanên bimayî dizanî de bû.
Berhemên wî:
Bi navê "Fırat Mahzun Akar" pirtûkeke wî ji Weşanên Avestayê derketibû.
Her wiha bi navê "Mezopotamya Surgunu Abdulmelik Firat'in Yaşamoykusu" pirtûkek ji aliyê Ferzende Kaya ve li ser wî hatibû nivîsandin.