Diyarname
Di Kûpaya Zîraatê de ji bo 8 tîmên derketibûn çarîk fînalê îro li Stenbolê, li avahiya TFF'ê ya li Rîvaya Beykozê pişke hat kişandin.
Wekîlê Serokê TFF'ê yê 1'emîn Servet Yardimci, Endamê Rêveberiya TFF'ê Ali Duşmek, Cîgirê Sekreterê Giştî yê TFF'ê Ozcan Şepik, Midûrê Plankirina Maçan Besim Yalçin û nûnerên klûban beşdarî kişandina pişkeya ji bo çarîk fînalê bûn.
Maçên yekemîn ên çarîk fînalê rojên 28'ê vê mehê, 1 û 2'yê adarê dê bêne lîstin, maçên duyemîn jî dê rojên 4,5 û 6'ê avrêlê bêne lîstin, tîmên 4 tîmên bi ser bikevin dê derbasî nîv fînalê bibin.
Di encama pişkeyê de ev tîm di çarîk fînalê de dê bên cem hev:
- Kasimpaşa - Rize Spor
- Sivas - Konya Spor
- Başakşehir - Akhisar Belediye Spor
- Kayseri - Fenerbahçe
Ji bo nîv fînalê jî maçên yekemîn dê rojên 25-26-27'ê avrêlê, maçên duyemîn jî 16-17-18'ê gulanê bêne lîstin. Di nîv fînalê de şemayek wisa çêbû:
- Ji Kasimpaşa-Rize kîjan bi ser bikeve dê bibe reqîbê serketiyê Sivas-Konya
- Ji Başakşehir-Akhisar kîjan bi ser bikeve dê bibe reqîbê serketiyê maça Kayserî-Fenerbahçeyê.