Cano Şakir
Di cîhana nivîsandinê de bi taybet (Helbest) gelek pirs hene ta ku xwe bidin pêş û xwe zelal bikin û xwe di qada wêjeyê de li ber çavên xwendevanan zelal bikin û di hişmendiya rewşenbîran de ragihînin.
Pêdivî bi binivîskarê xwedan wêrekî û wijdan heye. Li vir dema ku em vê vedibêjin vejandina pirsên tirsak, lawaz û aloz wekî erk û berpirsiyarî, wekî roleke dîrokî, di heman gavê de mîna asta şaristanî pêve girêdayî ye û bi hişyarî û hişmendiya rewnşenbîran ve ew têkildar e. Ev hemî bi radeya rewşenbîrî ve û bi asta kesên ronakbîr (rewşenbîr) ve girêdayî ne. Ji xwe pirsên ku em behsê dikin, ew bi xewn û xeyalên me ve xwe vedihûnin û ew pirs bi afirandinê dest bi livandinê dikin.
Jixwe bîr û boçûnên li ser keviya wêjeya me ya birîndar xwe bi êşa ziman û nasnameyê ve radipêçin û bi dabeşkirina giyanê rewşenbîrî ve dîsa xwe dikin pirsên ku em li bendê ne.
Ev pirsên ku em diyar dikin bi tespît û lêkolînên dîrokê di nava lêkolînên helbestê de peyda dibin.
Giovanni Battista Vico, 1668-1744 der barê dîroka helbestê de dibêje: “Rayên ziman di helbestê de veşartî ne. Mirovên pêşî êş û şadiyên xwe bi forma helbestî ragihandine, ev gotinên pêşî, ne gotinên ferhengê bûn. Ew di nava xwe de derbirîna pişkivîna helbestê bûn.’’
Em ji vê wisa têdigîjin ku mirovên pêşî bi peydakirina ziman re bi awayekî helbestî bi hev re peyivîne, her wisa nivîsa pêşî jî bi forma helbestî hatiye nivîsandin. Mirov dikare bibêje, temenê peydakirina deng û bi hev re axaftina mirovan ji bo têgihîştina helbestê ye.
Helbestvan û rexnegirê îngilîzî Thomas Sterans Eliot 1888-1965 di nirxandina hunera helbesta Dante de wisa gotiye, “Ku pêwîst be, em behsa zanîst û hunera helbestê bikin, tiştê em ji ‘dojeha’ Dante fêrbûne, ew e ku helbesta herî mezin bi kêm gotinan hatiye pêşkêşkirin. Helbest bi qasî derfetên destdayî îhtimamdayîn, sade û derûniya afirandinê bi xwe ye.’’
Helbestvanan ji zimanê rojane û xwezeya ku mirov lê difikire girtiye, ji bo bandora xwe lê bike û dîtinên xwe bibêjin, zimanê helbestê çêkirine û ava kirine. Ev xisûsiyeta (taybetiya) zimanî bû rengê sereke yê zimanê helbestê. Helbest; watehizirîna (fikir) xeyalê ye û xeyal jî zimanê helbestê bi xwe ye.
Ev zimanê helbestê ku wê ji axaftina rojane cuda dike, helbestê dike giyanê ziman. Ziman jî bê peyvên helbestî nabe ziman. Dema ku ev zimanê helbestê tune be, helbest û navê wê jî tune ye.
Ev ziman e ku bi aheng û muzîkê di nava helbestê de dilive, bandoreke bi hêz li xwendevanên xwe dike.
Heke livîn nebe, jiyana helbestê jî tune ye û bandorê li mirovan nake.
Platon 429. BZ di danasîna helbestê de gotina zimanê “sêhrî” bikar aniye. Ev zimanê ahenga deng û muzikê ye ku jê re zimanê helbestî hatiye gotin.
Mewlana Celaledînî Rûmî (Belxî) 1207- 1273 jî wisa gotiye:
“Helbest bi kêmpeyv û derûnîbêj e.’’ Ji bo ku helbestvan karibin vê bikin, pêwîstiya helbestvanan bi naskirina hemû nazikî û aliyên ziman heye. Helbestvanên ku ziman nas nekin û gencîneya wan a gotinan lawaz be, dikevin nav kêmasiya dubarekirina gotinan, ev lawazî jî li cem gelek helbestvanan peyda dibe. Heger em gotina helbestvanê kurd Ehmedê Huseynî 1957- bînin bîra xwe, ew dibêje: “Xwe bixwînin, xwe şîrove bikin û xwe nas bikin.“
Em ê peyv û ristên Xanî bixwînin û li bîra xwe bînin.
07/04/2020, Yenî Ozgur Polîtîka