Diyarname
Mebûsa Serbixwe ya Amedê û Mebûsê HDP'ê Sirri Sureyya Onder ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin îro çûn Girava Îmraliyê.
Ber êvarkî dema Zana û Onder vegerin dê agahî bidin çapameniyê. Tê gotin ku Zana û Onder dê bi Ocalan re li ser pêşketinên li Rojava û Başûrê Kurdistanê biaxivin.
Leyla Zana yekemîn car e diçe Îmraliyê û wê bi Ocalan re hevdîtinê dike. Ev jî ji hevdîtinên heta niha hatine kirin xaleke balkêş e. Her wiha têkiliyên Leyla Zana yên bi rêveberiya başûrê Kurdistanê re jî (ku demek berê ew û Osman Baydemîr çûbûn Başûr) vê hevdîtinê balkêştir dike.
...Emê agahiyên nû ragihînin...