Diyarname
Saziya Ewlehiya Civakî (Sosyal Guvenlik Kurumu/SGK) lîsteya saziyên ku herî zêde deyndarê wan in eşkere kir. Di nav saziyan de şaredarî tên û di nav şaredariyan de jî herî zêde şaredariyên AKP'ê heqê sîgortaya karkerên xwe nadin.
Li ser lîsteya SGK'ê îro di rojnameya Hurriyetê nûçeyek bi îmzeya Bacer Boyacioglu hate weşandin. Li gor lîsteyê ji 100 kargehên deyndar 70'ê jê şaredarî ne. Di 50 şaredariyên herî pêş de ên ku deynên xwe nadin 17 jê şaridariyên AKP'ê ne. Dûre bi 13 şaredariyan CHP, 3 MHP û 2 jî şaredariyên HDP'ê tê.
Ji şaredariyan herî zêde deynên Şaredariya Duzceyê zêde bûne. Şaredarê Duzce Mehmet Keleş ku ji AKP'ê ye wisa gotibû, "Her kes bi Audi tê, ez Passatê bidim ber" û ketibû rojevê lê deynên şaredarî gelek çêbûne. Par deynên şaredarî ji bo SGK'ê 7.1 mîlyon TL bû, îsal derketina 26.3 mîlyon TL. Duzce di nav şaredariyên deyndar de di rêza 24'an de cih girtiye.
Lîste 20'ê vê mehê hatiye weşandin. Par di rêza yekemîn de Şaredariya Edeneyê hebû ya herî deyndar, îsal dîsa di heman rêzê de ye û deynên wê ji 65 mîlyonî derketine 135 mîlyon TL'yî. Di rêza duyemîn de Avanos (Şaredarî di destê CHP'ê de ye) heye ku par mîlyonek û 489 hezar TL deynên wan hebûn, îsal ev deyn derketine 82 mîlyon û 21 hezar TL.
Enqere di nav lîsteya deyndarên SGK'ê de nîn e, lê şîrketek Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê "Bugsaş" heye ku par 273 hezar û 191 TL deynên wê hebûn, îsal ew deyn derketine 28 mîlyon û 560 hezar TL.
Soma AŞ ku bûbû sedema komkujiya li madena Somayê deynên wê 53 mîlyon TL ne ku bi vê 8'emîn şîrketa ku herî zêde deynên wê hene.