Diyarname
Tê zanîn meş ji bo tenduristiya însanan çalakiyeke baş e. Lê mesele ew e divê herî hindik rojê mirov çend gavan biavêjin?
Zanîngeha Massachusettsê li ser vê pirsê gihîşt encamê. Zanyarên di vê zanîngehê dixebitin gotine ku ji dêvla 10 hezar gavan mirov her roj 7 hezar gavan biavêje talûkeya mirov a zû mirinê sedî 66 kêm dibe.
Lêkolîn bi vî rengî hatiye kirin: Ji sala 2005'an heta 2006'an 2100 cîhazên pîvandinê bi mirovan ve kirine. Temenê wan jî di navbera 38-50 bûye. Agahiyên ku ji wan cîhazan hatine 11 salan tomar kirine û paşê nirxandine. Li gor encamê kesên rojê 7 hezar gavan dimeşin talûkeya mirinê bi wan re kêmtir xuya kiriye. Talûke li nav jinan sedî 72, li nav mêran sedî 58 kêm bûye.
Bi salan berê hatibû diyarkirin ku lazim e mirov her roj 10 hezar gavan bimeşe, lê vê lêkolînê encameke nû derxist holê.