Diyarname
Ajansa qontrolkirina berhemên çandiniyê ya Rusyayê "Rosselhoznadzor" 22 ton porteqalên ji Tirkiyeyê kiribûn bûn bi sedema mêşên bi zirar di nav mêweyan de hene ew vegerandin.
Li gor nûçeya Sputnîkê ajansa Rosselhoznadzor diyar kiriye ku mêşên zindî yên mêweya Akdenîzê (Behra Spî) di nav porteqalan de hatine dîtin. Laboratuvara Baytarî ya Herêma Krasnodar ev encam derxistiye holê.
Ajansê di nav narenciyên ku ji Tirkiyeyê karîbûn de jî par heman mêş dîtibû loma narencî qedexe kiribû, piştî 10 mehên qedexeyê di meha kewçêra 2016'an de carek din rê li ber vekiribû.
Her wiha ajansê meha borî 26 ton mendeliyên ji Tirkiyeyê hatibûn şandin jî bi paşve vegerandibûn.
Qedexeyek ji bo Îranê jî
Her wiha Rusyayê bi sedema nexweşiya şewbê mirîşk û hêkên dê ji Îranê bêne kirîn ji qedexe kirin. Hat gotin ku ji 16'ê vê mehê ev her du tişt ji Îranê nayên kirîn.