Diyarname
Şanoya Bajêr a Amedê ji bo meha pêşiya me (kewçêr) bernameya xwe eşkere kir. Di nav bernameyê de 4 lîstikên şanoyê hene.
Şanoya Bajêr a Amedê lîstikeke nû derxistiye ser dikê: "Mirina Jeanne D'Arce ya Din". Şanoya Bajêr bi vê lîstikê dest bi meha kewçêrê dike. Lîstika ku aîdê Stefan Tsanev e, Dilawer Zeraq wergerandiye û Berfîn Emektar derhêneriya wê kiriye. Di lîstikê de Nurşen Adiguzel, Yavuz Akkuzu û Ozcan Ateş dilîzin. Roja 6'ê kewçêra 2023'yan bi promiyeta vê lîstikê dê bernameya Şanoya Bajêr a Amedê dest pê bike.
Di nav bernameya mehê de sê lîstikên din hene. "Jina Qelew" a Teatra Yenî Sahne ya Batmanê, "Çîroka Cengê" ya Tiyatro Rîtuel û "Vik û Vala" stand-upa Erdal Kaya di nav bernameyê de ye.
Va ye bername:
- 6, 7, 13, 14, 20, 21, 27 û 28'ê kewçêr: Mirina Jeanne D'Arce ya Din
- 8 kewçer: Jina Qelew
- 10 û 11 kewçer: Vik û Vala.
- 15 kewçer: Çîrokeke Cengê.
Nûçeya Eleqedar:
- "Jina Qelew" (Tûrne)