AMED
Encamnameya Sempozyûma Navneteweyî ya bi hevkariya KURD-DER û SAMER'ê pêkhat hat eÅŸkerekirin. Di encamnamê de hat diyarkirin ku mafê perwerdehiyê bi zimanê dayikê mafeke jêneger e.
Encamnameya Sempozyûma Navneteweyî ya bi hevkariya KURD-DER û SAMER'ê ku ev du roj in li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn berdewam kir, bi encamnameyek bi dawî bû. Gelek rewÅŸenbir, zimanzan, aktivîstên ziman û kesên ji derveyî welêt baÅŸdarî sempozyumê bûn. Sempozyûm her roj bi du daniÅŸînan pêk hat. Di her daniÅŸînê de mijarên cur bi cur hatin nîqaÅŸkirin. Di daniÅŸînên yekemîn de rewÅŸa perwerdehiyê ku her çar parçeyên ku kurd lê dijîn hatin nîqaÅŸkirin û di daniÅŸînên duyemîn de jî pispor û rewÅŸenbîrên ku ji derveyî welêt hatibûn tecrubeyên xwe parve kirin. PiÅŸtî daniÅŸîn encamnameya sempozyumê hat xwendin.
Di encamnamê de hat diyarkirin ku bi dehan sal in kurd li ser erdnîgariya xwe ji mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî bêpar hatine hiÅŸtin û di destpêka Komara Tirkiyeyê de kurd û zimanê kurdan tune hatiye hesibandin û wiha dom kir: "PiÅŸtî têkoÅŸîna tevgera azadiyê; dewlet neçar ma ku der barê perwerdeyê de hinek gavan biavêje. Wekî mînak li çend zanîngehan vekirina beÅŸên Ziman û Wêjeya Kurdî û di dibistanên navîncî de destpêkirina waneyên hilbijartî. Lê ev gav di warê perwerdeya bi zimanê zikmakî de pêdivî û daxwazên gelê kurd re nabin bersiv."
Pêvajoya çareseriyê ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin jî di encamnameyê de cih girt û li ser pêvajoyê jî ev tiÅŸt hatin gotin: "Di pêvajoya çareseriyê de ku bi banga Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye yek ji daxwaza jêneger ew bû ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi awayekî zagonî bê mîsogerkirin. Lê mixabin li ÅŸûna ku dewlet ji bo vê yekê gavan biavêje riyên ku nabin çareserî hildibijêre. Ev yek ji aliyê gelê kurd ve bi tu awayî nayê pejirandin. Daxwaz ew e ku di zûtirîn demê de pergaleke wisa bê avakirin ku zarokên kurd di her astê de bigihêjin perwerdeya kurdî. Ev daxwaz ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû gelên ku li ser vê erdnigariyê dijîn derbasdar e."
Di dawiya encamnamê de pêÅŸniyarên ku derketin pêÅŸ jî wiha hatin rêzkirin:
- Divê di zûtirîn demê de ji bo ku gelê kurd di her astê de bigihîje mafê perwerdeya bi zimanê dayikê gavên ÅŸênber bên avêtin û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ji aliyê zagonî ve bê mîsoger kirin.
- Divê kurd xwediyê statuyeke siyasî bin û li ser erdnîgariya xwe bi Xweseriya Demokratîk xwe bi rê ve bibin û rayeya pêkanîna perwerdeyê jî bikeve destê rêveberiyên xwecihî.
- BeÅŸdarên vê sempozyûmê berxwedana gelê kurd a li Rojavayê Kurdistanê silav dikin û çembera bêbextiyê ya li dora Rojava ÅŸermezar dikin û bang li gelê kurd dikin ku bi her awayî piÅŸtgiriyê bidin vê berxwedanê.