logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Popkurd an dizî?

Ez ê di vê nivîsê de bi mînaka nûçeyekê behsa rewşa medyaya kurdî/kurdan bikim.

  • Dîrok: 09/02/2019
  • Beş: Serbest

Ferît Demîrel

Ez ê di vê nivîsê de bi mînaka nûçeyekê behsa rewşa medyaya kurdî/kurdan bikim.

Berî niha bi mehekê @pervin_chakar li ser hesabê xwe yê twitterê tweetek weşand. Çakar bi kurtasî digot, wê, operayek li ser kurdan hatiye çêkirin bi dest xistiye. Navê wê jî "Şeva Kurdan" e. Li ser vê tweetê, min ji Pervin Çakarê re nivîsand û min jê xwest ku wê karibe pirsên min ên derbarê operayê de bibersivîne. Xanimê daxwaza min qebûl kir, min jî tiştên meraq dikir wekî pirs jê re şand. Piştî ku bersivên wê hat, min wekî nûçe bi kurdî û tirkî li ser bianetê weşand.

Paşê hin dezgehên din ên medyayê ew nûçe ji bianetê girt û weşandin. Ji van, televîzyonan Medyahaberê vîdeoyek amade kiribû û teksta ku min nivîsandibû, bêyî tîpekê jî biguherîne bi deng xwendibû û wekî vîdeo-nûçe belav kiribû. Lê bêyî ku çavkaniyê nîşan bide. Li ser vê, min li ser twitterê ji berpirseke wan re mesajeke taybet nivîsand. Hincetên xwe nîşan da lê got em ê sererast bikin. Heta du sê roj borîn jî, bi qasî ku min şopand nehatibû sererastkirin. 

Paşê rojnameya Yeni Yaşamê di rûpelên xwe de ew nûçe weşand. Rojnameyê bianet wekî çavkanî nîşan dabû lê navê min nexistibûn nûçeyê. Piştî wê bi rojekê jî li ser malperê heman nûçe belak kirin. Li ser tweeteke min bal kişand ser vê rewşê. Berpirsan navê min li nûçeya ku di malpera xwe de belav kiribûn, zêde kirin.

Di ser weşandina nûçeyê re nêzîkî mehek e ku derbas bûye. 

Duh (8.02.2019) e-kovara Popkurd hate weşandin. Hejmara wê ya çarê ye. Min li naverokê nêrî. Min dît ku di beşa Pop Nûçe de bi du hevokan behsa Operaya Şeva Kurdan kirine. Min pêşiyê got ku dibe zanyarî ji Pervîn Çakarê stendibin. Paşê dema min hevok xwendin, min ferq kir ku, hevokên min in. Ji xwe pêşniyara sernavê Operaya Winda jî ji hevkarê min Murat Bayram hatibû. Popkurdê ew têgeh jî xistibû nava hevokê. Wêneyê nûçeyê jî yê me ye. Lê "edîtorên" kovarê ne behsa bianetê ne jî behsa min kiribûn. Dibe ku hin ji we bibêjin, du hevok in, hewceyî nîşandana çavkaniyê dike? Bersiv erê ye. Hem ji hêla exlaqê rojnamegeriyê hem jî ji hêla rêzgirtina ji kedê re, bersiv erê ye. Heke ev neyê kirin, navê vê di nava civakê jî, di nav hiqûqê de jî dizî ye. Li ser vê, min pêşî tweeteke îronîk avêt û got; "Kesê/a ku beşa Pop Nûçeyê amade kiriye kî be ez wî/ê pîroz dikim. Ne ji wî/ê bûya me yê çawa bizanî ba ku Pervîn Çakarê operaya li ser kurdan bi dest xistiye...." 

Min hêvî kir ku "edîtorên" kovarê fam bikin û bi çend hevokan be jî li ser twitterê bersivekê bidin min. Lê digel ku du saet borî jî tu bersiv nedan. Min tweeteke din bi van gotinan avêt: "Xuya ye kêfa edîtorên @popkurdkovar-ê ji vê kiryarê hatiye. De şabaş ji we û rewşa we re...."

Bersiv ji vê re jî nehat. Herî dawî min ev tişt nivîsand: "Ez li bendê bûm ku hûn xwe biparêzin lê xuya ye hûn rûşuştî ne! we dikarî bû bi çend gotinan ev mesele safî bikira. We nekir û qumaşê xwe diyar kir. ez ê di her fersendê de vê rewşa we bînim bîra we...."

Bi ser van peyaman re rojek derbas bû, digel ku di vê rojê de wan gelek twittên din weşandin, ne mimkûn e twittên min nedîtin jî bersiv nehat, diyar bû bersv nadin. Piştî vê rewşê min biryar da ku vê nivîsê binivîsim û rewşa van rûşûştiyan bi we re par ve bikim...

Ji bo "edîtorên" popkurdê; Heke we bi nezanî ev tişt kiribe yan dest ji vî karî berdin yan jî ji xwe re li ber destê pisporan vî karî hîn bibin. Hîna hûn di destpêka kar de ne. Ne dereng e. 

Na heke we bi zanebûn kiribe, wê gavê hûn hem diz in hem jî qurpiz in. Û ez ê her û her diziya we bînim bîra we û civata kurdan.

Tercîha we ye!!!!


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

‘Final Cut’ û yên din

ad

"Gardiyan" vê carê bi soranî derket

ad

Giringî û pîrozbûna ‘Tembûrê’ di nava kakeyiyên Helebceyê de

ad

TUSÎAD'ê deng derxist: Kayûm, hiqûq, lîyakat

ad

Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz be

ad

Ji sporê sê nûçeyên derketine pêş

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname