Diyarname / Nûçe-analîz
Lijneya Dîsîplînê ya Fûtbola Profesyonel (PFDK) ku girêdayî Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ye bê edaletiya xwe ya li hemberî lîstikvanên kurd didomîne. PFDK'ê îro cezayeke mezin li lîstikvanê Amed Sporê Denîz Nakî birî. Nakî piştî maça Bursasporê di faceya xwe de daxuyanî dabû û li ser azadiyê sekinî bû. PFDK'ê ev daxuyaniya Nakî wekî "propagandaya îdeolojîk û daxuyaniya ne li gor centilmeniya sporê" nirxand û 12 maç cezaya nelîstinê lê birî. Her wiha 19.500 TL jî cezayê pereyan lê birî.
Denîz Nakî ne yekemîn lîstikvan e ku daxuyaniyek wisa dide. Berê jî listikvanên fûtbolê yên Tirkiyeyê axivî bûn, îşaret bilind kiribûn. Mînak ji wan lstikvanê Fenerbahçeyê Emre îşareta Rabîa kir (17.08.2015). Erme di maça ligel Konya de piştî avêtina gola duyemîn îşareta Rabîa kir lê PFDK'ê tu ceza lê nebirî. Dîsa lîstikvanê Çaykur Rize Sporê Sercan Kaya jî îşareta Rabîa kir lê ew jî nehat cezakirin. Lê dema lîstikvan kurd be û nîşane nîşaneya serketinê be rastî cezayan tê. Her wiha li Tirkiyeyê heta niha nehatiye dîtin lîstikvanekî ji ber gotinên wî yên di faceyê de hatibe cezakirin...
Maça Amed-FB li Amedê tê lîstin
Her wiha PFDK'ê piştî maça Bursayê cezayê lîstina bêtemaşevan li Amed Sporê birî bû, rêveberên Amed Sporê îtîraz kiribû lê îtîraz nehat qebûl kirin û maça Amed-FB'ê dê li Amedê bê lîstin.
Vaye bernameya maçên Çarîk Fînalê ya Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê:
9 Reşemî, saet 13.00
AMED- FENERBAHÇE A.Ş.
10 Reşemî, saet 18.45
AKHİSAR BELEDİYESPOR - GALATASARAY A.Ş.
Saet 21.15
BEŞİKTAŞ - TORKU KONYASPOR
11 Reşemî, Saet 20.45
MEDİPOL BAŞAKŞEHİR - ÇAYKUR RİZESPOR