Diyarname
Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê biryara girtina girtîgehên li 5 navçeyên Amedê girt.
Li gor biryara Wezaretê girtîgehên li navçeyên Amedê Bismil, Çinar, Hezro, Licê û Farqînê hatin girtin û 102 girtî û hikumxwarên li van girtîgehan şandin girtîgehên li nava Amedê.
Di girtîgeha Bismilê de 28, li ya Çinar 7, li ya Hezroyê 21, li ya Licê 24 û li ya Farqînê 22 girtî û hikumxwar hebûn.
Li navçeyên Amedê ku her daxwaza rêveberiya cewherî heye, û li gelek navçeyan jî her bûyer li dar in, wisa diyar e Wezareta Edaletê ev tişt dane pêş çav û biryarek wisa girtiye. Di heman demê de ev biryar ji bo xizmên girtiyên li van navçeyan eziyetek e.


