Hevpeyvîn: Cemil Oguz
Derhêner Reis Çelik heta niha gelek fîlm kişandine lê ew zêdetir bi fîlmên “Işikla Sonmesin” (Bila Ronahî Netemirin) ku li ser pevçûnên li bajarên kurdan û “Hoşçakal Yarin” (Bi Xatirê Te Pêşeroj) ku li ser bûyera Deniz Gezmişan bû derket pêş. Bi taybetî e her du fîlmên wî yên li ser mijara civakî gelek bal kişandin û wî di nav sînemageriya Tirkiyeyê de ciheke girîng bi dest xist. Dûre wî “Înat Hikayeleri” (Çîrokên Bi inyad) kişand û niha jî dest avêt mijareke din a civakî: Penaberî.
Derhêner Reis Çelik li ser penaberî fîlmê bi navê “Multeci (Penaber)” kişand û fîlm niha li vîzyonê de. Fîlm bi zimanê kurdî, tirkî û almanî ye lê têde bi giştî 7 ziman hene. Me li ser fîlm, penaberî û pirsgirêkên civakî bi derhêner Çelîk re hevpeyvîneke pêk kir.
Ev mijara ‘Penaber’iyê ji ku derket?
Ma ne zelal e? Kapîtalîzm û emperyalîzmê bi pergala ku li welatên xwe, li welatên derve saz kirin bûn sebeb ku meseleya penaberî derkeve holê. Ji ber vê yekê kesên ku li welatê xwe dibin penaber jî hene, yên ku diçin welatên biyan dibin penaber jî hene, min xwest van her duyan di nava hev de di fîlm de pêşkêş bikin.
Li Tirkiyeyê gelek kes ji ber gelek pirsgirêkan çûn derveyî welat û bûn penaber. Tu çawa li vê meseleyê dinêrî?
Divê mirov wisa li meseleyê binêre: Ger hûn ji bo armancên xwe yên siyasî û stratejîk bi siyaseta welatekî bilîzin, ger hûn bi cih û warên mirovan bilîzin û biguherînin, ger hûn çavkaniyên li welatê wan bi d est bixin û ji bo dewlemendiya xwe xerc bikin, ev mirovên xwedî van çavkaniyan û ev mirovên ketina nava vê lîstikê rojekê dê bên li deriyê web idin. Dema li wê deriyê bidin dê pirsgirêka penaberiyê derkeve holê. Û ev jî dê berê ve zêde bibe û bibe pirsgirêka herî mezin a dinyayê; di dîrokeke nêz de dê dinyayê veguherîne kaoseke, ez bawerim dê bibe pirsgirêka bingehîn a dinyayê.
We lîstikvan çawa peyda kirin?
Min li Almanyayê dest pê kir. Luk Piyem ji bo min girîng bû, dê ciwanekî mehsûm bilîsta, dê kesek bêyî di nav siyaset û bûyeran de ye bilîsta. Li Kolnê di festîvalekê de min ew nas kir û min ew wekî karakterê sereke hilbijart. Paşê jî lîstikvanên din. Mînak Derya Durmaz hem lîstikvan e, hem di Komîseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî de bi dilxwazî dixebite, bi meseleya penaberî baş dizena. Yên din mirovên ji rêzê ne. Mirovên li Almanyayê, garson û xebatkarên li wir dijîn, mirovên ku bûne penaber.
We fîlm li ku derê kişand?
Li Almanyayê li Koln, Nunberg, Findowf û li Kiriklareli û Erdexana Qersê.
Ew qampeke balkêş bû di fîlm de. Kamp li ku hate avakirin?
Kamp li Almanyayê bû, me li Almanyayê dest pê kir, paşê almanan em qewirandin; me jî li Kiriklareli berdewam kir. Herhal mêze kirin ev çîrok dê hinek wan aciz bike, sedemên din nîşan dan û em qewirandin. Em jî hatin Kiriklareli.
We ji nû ve kamp saz kir?
Hin tişt hebûn, me tiştinên din jî lê zêde kirin.
Baş e. Di fîlm de kurdî û gelek zimanên din hene… Em van çawa şirove bikin?
Heft ziman hene. Divê mirov wekî bingeha van li meseleya penaberiyê binêre. Tu ziman, ol, nijad û siyaseta penaberiyê nîn e. Hemû penaber di heman astê de penaber in, hemû jî di heman astê de ketine bin bandora penaberiyê.
Di fîlm de axa heye, polîs hene, gerîla heye. Hûn çawa vê yekê şirove dikin?
Divê mirov ji çend aliyan ve lê binêre. Axa, sembola Anatoliyê, sembola vegotina koka wê derê ye. Ew civaka ku bi hezaran sala li wir dijî temsîl dike û tê xwestin ku ew ji cihê xwe bê rakirin, hin lîstik bi ser wî bêne lîstin û pergal dixwaze hin lîstikan li ser bilîze; bi bikaranîna wî re mirov Şivanî (kurê axê) dibîne, dest bi bikaranîna Şivan dikin. Dûre çîroka Şivan dest pê dike. Mesele di karaktera “Nakkaş” ku Balaban dilîze de ye, ew karakter qala felsefeyê dike. Ew dibêje ku mirovan dema dest bi gunehan kirin ew giran bûn û êdî nekarîn bifirin. Di dawiya fîlm de jî zarok dibêje, ‘belê gunehên min nîn bûn, wê çaxê ez dikarim bifirim’. Mesele di vê çîrokê de ye. Çîrokek ku mirovahiyê digire min lêpirsînê. Fîlm, çîroka gunehên benîademan, û rewşa gunehên ku kapîtalîzmê derxistine holê û encama vê yekê tîne ziman.
Ji aliyê fîlm dê ‘bi têra xwe bê temaşekirin an na’ hûn çi difikirin??
Mixabin di vî warî de ez xemgîn im. Ji berk u dema min “Işiklar Sonmesin”, “Hoşçakal Yarin” kişandin, digel zora polîsan jî mirovan zor didan deriyan û diçûn li fîlman temaşe dikirin. Ew jî nema ji ber ku ew ji çalakbûnê hatin daxistin, pergalê zor da wan. Êdî bi rêzefîlmên li televîzyonan temaşevan ji aliyê fikir ve hatin sistkirin û li tiştên wisa temaşe nakin. Ez vê jî dibînim; ji ber ku em di nav civakeke kaosî de ne, ji ber em li dinyayeke kaosî dijîn mirov dixwazin ji vê kaosê rizgar bibin, kêf bikin. Lê ji ber ku mirov ew qas ji mijarên civakî dûr ketine, ez bi endîşe me. Ji ber ku kapîtalîzmê mirovê robot, li hemberî mijarên civakî bêleqe, bêpejinkar, yê ku tenê bi kredî kartiyan pereyan xerc dike, yê ku li tiştên ku di televîzyonan de dane pêşiya wî ava kiriye. Mirovê ku kapîtalîzmê ava kiriye ev e. Ez dinêrim temaşevanên fîlmên ku hinek hunerî ye winda bûne. Ji ber vê yekê ez bi endîşeme ku dê ev fîlm bê temaşekirin an na. Hinek zor e ku gelê me rabe û bêje bise vî mijarek li ser penaberiyê kişandiye ez herim lê temaşe bikim… Bifikirin li Tirkiyeyê hema hema li her malî penaberek heye, lê ez nebawerim ji her malî hema tenê kesek rabe here li fîlm temaşe bike. Ev tişteke bi êş e lê rastî ev e.
***
Di fîlmê “Penaber” de Luk Piyes rola Şivan lîst. Piyes jî li ser fîlm ev tişt anîn ziman:
“Min di fîlmê Ayşe Polat ‘Dîqet’ de lîstibû. Di galaya fîlm de Reîs (Çelik) beg ez dîtim. Çawa ez dîtim got, ‘Şivan tu yî.’ Min hê proje nedîtibû, min got, ‘Temam’, senaryo hat. Ez wisa li meseleyê dinêrim: Di fîlman de em çiqas peyaman pêşkêş bikin ez ew qas dilşad dibim. Ev ji bo min tişteke girîng e. Berpirsiyariyeke mirovan, a lîstikvanan heye: Her dem tiştên girîng pêşkêşi mirovan bikin, li ser pirsgirêkan bisekinin, pirsgirêkên di nav civakê de pêşkêş bikin. Di vê projeyê de kesên ku li welatê xwe dibin penaber hene, ciwanekî derdikeve derveyî welat û dibe penaber heye. Li derve welatên ku dersa demokrasiyê didin, dibe ku li welatê me jî yên ku zêde li ser demokrasiyê xeber didin hene lê ew jî dibin sedema vê pirsgirêkê. Ev fîlm li xweşa min çû. Her wiha di karektera Şivan de hem kurdiya wî, hem mirovên wî alî, dîsa xebata bi Reis beg re gelek xweş bû.
Dema min senaryo dît min got ez dikarim gelek tiştî li vê bikim. Ji ber ku ez li Almanyayê wekî şêwirmendê civakî xebitîm, mijar nêzî min bû. Ji ber ku min di vê projeyê de cih girt ez gelek kêfxweş bûm. Fîlmek xwe, ji dil, me fîlmek ku bêyî tenê ticarî be derxist holê. Divê xebatên wisa pirbin ku em bikaribin ciwanan perwerde bikin, nexwe dê heta kengê ev xurifîn berdewam bike?
Min ji Şivan hez kir ji ber ku ew her xwedî hestên paqij bû. Pir dilpaqij. Şivan bi tu awayî nahêle wî xira bikin, bikişînin nav qirêjiyê. Niha li der û dora me wisa qirêjî, mirovên qirêj hene, ciwanekî biryara xweparastina ji vê qirêjiyê dabe di dawiyê de dê dîn bibe.
***
Kunye:
Nav: Multeci (Penaber)
Derhêner/Senaryo: Reis Çelik
Lîstikvan: Luk Piyes, Balaban, Halil Ergun, Derya Durmaz, Necmettin Çobanoglu, Yuksel Arici, Ali Tatal, Numan Acar, Lukas Tiehele, Şakat Tan,
Muzîk: Kalan Muzîk
Derhênerê Dîmenê: Reis Çelik
Derhênerê Hunerê: Numan Acar, Burca Karakaş, Ekrem Çelik
Zimanê Fîlm: Tirkî, Kurdî, Almanî
Dem: 104 Deqîqe
Sala Kişandinê: 2007-2008