Diyarname
Tîma fûtbolê ya kurd Dalkurd ku li Swêdê xebata xwe ya fûtbolê didomîne îro di maça ligel GAIS'ê de 1-1 ma û derbasî Lîga Duyemîn bû.
Dalkurd îsal di Lîga 1'emîn a Lîga Koma Bakur de dilîst ku ev lîg li welat wekî Lîga 3'yemîn tê hesabê. Di vê lîgê de Brommapojkarna bû şampiyon û debasî Lîga Superettan bû ku wekî Lîga 2'yemîn li Swêdê tê hesibandin. Ji bo duyemîn tîmê ku derbasî vê lîgê bibe jî maçên play-offê hatin lîstin. Dalkurd ji bo vê yekê 2'yê vê mehê di maça xwe ya yekemîn de ligel GAIS'ê lîst û bi 2-1 bi ser ket. Rovanşa maçê îro bû. Di deqîqeya 32'yan de Umit Arasî li ser navê Dalkurdê gol avêt û tîm bi 1-0 derket pêş. Di deqîqeya 79'an de GAIS'ê bi Michale Kargbo bersiv da lê vê yekê têra wan nekir. Bi vê encamê Dalkurd derbasî Lîga Superettana Swêdê bû. Sala bê Dalkurd dê di Lîga Superettana de bilîze ku wekî Lîga 2'yemîn a mezin a Swêdê ye. Lîga Swêdê ya herî jorîn jî "Allsenskan" e.
DÎROKA DALKURD'Ê
Tîma Dalkurd di sala 2004'an de hatiye avaikrin. Tîma kurdan e. Ji roja ku hate avakirin her bi ser ket û heta Lîga 1'emîn Allsvenskanê bû. Di sala 2017'an de di vê lîgê de lîst. Paşê ket û heta lîga 3'yemîn. Û bi serketina îro re carek din derket Lîga 2'yemîn (bi swêdî "Superettan").
Formaya Dalkurdê sor, sipî, zer û kest e. Serokê wê Ramazan Kizil, teknîk dîrektorê wê Paul Olausson e. Ew maçên xwe li Stada Domnarvsvallen a li bajarê Borlange dilîzin ku li stadê cihê 6500 kesî heye.