Amed
Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê (DUODER) ji bo bîranîna Helebçeyê çalakiyeke li dar xist.
Xwendekarên DUODER'ê li ber kantîna Fakulteya Mîmarî ya Zanîngeha Dîcleyê çalakiyeke ji bo bîrana Helebçeyê li dar xist. Di çalakiyê de gelek xwendekar amade bûn û pêşangeha wêneyên Helebçeyê vekir, dûre sînevîzyoneke li ser Helebçeyê li dar xist. Piştî çalakiya bîranîna Helebçeyê xwendekaran belavokên li ser komkujiya Helebçeyê belav kirin.