Diyarname
Bi navê "Festîvala Fîlman a Mon 1er Long / Yekemîn Metrajdirêjê Min" li bi hevkariya Navenda Çanda Frasiz a Stenbol û Enqereşê, Navenda Çanda Îtalyan û Îstanbûl Moderngê ev festîval lidar dikeve. Îsal duyemîn car festîval li dar dikeve.
Armanca festîvalê ew e ku sînemaya fransiz bide nasîn. Ligel nîşandayîna fîlman gotûbêj jî hene.
Derhênerên xelatgir Léa Fehner (bi filmê xwe yê yekem bû berendamê César), Julie Bertuccelli (bi fîlmê xwe yê yekem "Depuis qu’Otar est parti" xelata César girt) dibin mêvanên festîvalê
Ji bo 8'ê Adarê roja jinan di nav bernameyê de fîlmên derhênerên jin jî hene. Berhemên derhênerên jin ên wekî Agnès Varda, Léa Fehner, Julie Bertucelli, Léonor Seraille, Elsa Diringer de bêne nîşandayîn.
Festîval li Stenbolê di navbera 7-10'ê mehê, li Enqereyê jî di navbera 9-11'ê mehê li dar e. Fîlmên têne nîşandayîn bi jêrnivîsa tirkî û bê pere têne nîşandayîn.