Diyarname
12'emîn Festîvala Ciwanan a Mazlum Dogan îsal 8'emîn car e ku dê li Kolna Almanyayê li dar bikeve. Festîval 11'yê tîrmehê li Stada Sud a li Kolnê dê bê li dar xistin.
Li gor agahiyên komîteya amadekar amadehiyên festîvalê dest pê kirine. Her sal bi hezaran ciwanên kurd ên li Ewropayê beşdarî festîvalê dibin û aktîvîteyên sporê pêk tînin. Di festîvalê de çalakiyên sporê yên wekî fotbol, boks, kick boks, tai boks, atletîzm, tenîs û kişik dê li dar bikevin
Her wiha konser û çalakiyên hunerî jî dê li dar bikeve. Di konserê de Serhedo, Grup Seyran, Rojda, Dîno, Zele Mele û Sewder jî de derkevin ser dikê û stranên xwe pêşkêş bikin.x