Ebdulhemîdê Bamerrnî
Pişka êkê
Jin duhî:
Li Konfiransa jina Xanima Komdulîza Rays got: (Hindî jina rojhelata naverrast di xanîve bimînît, dê her jarî û jwîrî bahra civakêt rojhelata naverrast bît). Xatwîna êkê ya Îraqê jî ne gotê; Pa dostêt hewe yêt Kurd bêbextî yê li nifşê Kurd bixwe diken, heku jinekê biser jina xo ya Kurd diînin.
Rahavêj û berfirheyî û jiyan xoşî û bistehya jiyana bê gef liser hebûna mirovî, heke ne bin, mirovî mejyê afrrandin û dest rengînyê jî na bît
Jina Kurd heta salêt heftêya jî, ji sedsala burî, mirov dişya bêjît ji ya evroke bibizav û serberdaytir bû. Jin dişya xo nêzîkî mêrî biket û hebûna xo di gohîda bangdet û bêjît ez eveme û li vêreme û digel teme.
Were ji min ne tirse û bibe hevgorê Jiyan û westyana min. Dişya bibêjît ez paydusta teme û her mêrekê baş jineka baş ya li pişt. Ger te bivêt tu hebî, pêtvîye hebûna min biparêzî û min bikeye xîzevankê tozgevizka xo.
Were min jî heqê jiyanê wekî te yê hey, bila ez jin bim û to mêr. Belê bo zanîn, ez jinim û ez deykim û min serdarê çêkiryêt xodê yê di zikda helgirtî û li ber sîngêt xo mezinkirî, deykekê şîrê dayê û jinekê yê hwîkirye rewanbêjyê, ez deryê bêhin firheyê me di dilovanyêda û Selaheddînê Eyyobî min yê di qomatkê pêçay, kes ne dişya wî belê yê ji deykekê bûy û jinekê şîrê dayê.
Sehke Barzanyê mezin wî jî Kurdînî ya bi stuxovegirtî çinkî kutekî li deyka û zarroka û pîr û xort û cana dihate kirin. Di demê pêtvyatyêda ez hewargeha di tanê hatinê me û feylesof û zana û flîvan hemî yêt li ber van desta rabûyn. (Min ya ji deybabêt xo guh lê bûy) li dema cehêlînya wan da pîr û can û jin û mêr û kiç û kur hemî bihevrra dichûne gerryan û sêrana.
Qul qule û mil bimil li bihara berê xo didane çiya û deşt û zozana li nav hewdkêt gulşelêl û nêrgiza pêkve sitran digotin û xolêkdankanê dikir û bendêt sitrana dihavêtne ber êkudo û lêkvedgêrran û li şeverroka, heko savar dihêran sitrana (xezala min delala min hay hêrî sed car hêrî) pêkve digot.
Husa êvarya dema ji sêranê dizivrrîneve hindeka ristkêt qeftêt nêrgiza di stuyê xo dialandin û hindeka jî gulşelêl û nêrgiz diber serê xora diçoklandin. Kes ne diçû sêranê biserê pêçay û kincêt Erebîve û kesê jî xo dirreşî ne diheland û gondîya hemya êkudo nasdikir pêk dixoş bûn û ne dwîre jî gelek niyasîn û têkelî jê çêdibûn û dibûne egera xoşî yêt mezintir û avakirna xêzana lidwîv dihat. Heke wesa be, ez bawerdikem ku hîngê jêgirtina hevgiyanî ji ya vê gavê baştir bûye û bo saxlemya civakî bi mifatir bûye.
Jina duhî diherrî bêrê, pez didut, meşk dikya, nîvişk û jajî û penîr çêdkirin, tevn dikir, balav dikir, ser dişwîştin, distarr dihêra, cuhnî diqota, teşî dirrêst, miluke radikirin, giya didirî, xepare_, kezaxe_, binik_, ade_ kolan_, gomtil herrişandin_qenepe_, avdan_ , şwînkirin_, û karûbarêt malê dikirin û hêj û hêj pêtir dikir.
Xizmeta xiyanî û biyanî dikir. Gure û kolav û sabîn çêdkirin. Li nav rezî, li nav çemî, li çilîbirrê û mazî çinînê digel mêrê xo bû, li ber hefşî, li havîn û zivistana li deştê û li zozana milê wê biyê mêrîve bû, li malê, ber malî bû, li derve bû dan û dikak û îşyêt genimî kumdikirin. Jina dohî pêşmerge bû, tenîrvan bû, piştevana berokêt azadyê bû, çav vekirî, bo milletî ya hişyar bû, nanek dida xo û mala xo, du jî didane leşkerê xoserkirna Kurdistanê. Jina duhî pirrujekê azadyê û canemergyê bû, liber birrêt firroka diheltwîtirî û zarrok ditaşandin, da bibine pêşmergêt serferazkirna civaka Kurdistanê, bi jin û mêr û pîr û canve.
Peşmergêt xwîna xo erzan day, da bihayêt giran çêken, ew jî bo azadkirna Kurdînyê, felsefa Kurdistanya bo mirovayînyê, û Kurdistanê. Kurdînî di kirasê mîrê Botan û Qazyê mehabadê, Xanî û şagirdêt wî û xandingeha şorreşêt Barzanî da pêşda birî, evan hemya liser destê deyka ew hisşke evîn û dilovanya peydakirî.
Jin serîcax û serleşker bû, Leyla Qasim bû, jinê giyanê xo, kesînya xo liser kurdînyê danabû. Jinê hebû armanc û pirroje, di xanîve ne radiket çi dewlemend ba an hejar. Jinê kêmasî jî hebûn, ji wana nexandevanî û gelek cara zordarya hevgiyanî.
Jinê wekhevî digel mêrî dikir çi bi zanîn an ne zanîn. Jina duhî ya biverrêj bû, ji gonda ne diçû bajêrra, husa şênistê avakirna welatê xo diparast.
Jinê xo ferkirbû, wekî mêrî û heta gelek cara zarrok binavê deykê dihatine niyasîn û digot; Yasînê Eyşê û Mihemedê Niharyê an jî mala Mîranê, jin di xebatê da wekî mêrî bû û hinde cara hêj pêtir.
Jinê serê xo ne diçemand û digot bila berê du sala bo şorreşê bît. Jinê digot ez hezim, vînim, evînim, kanya zana jiyanê me.
Ger ez nebim, kes nîne bibêjît herre kurrê min, herre şorreşê. Ger ez ne bim mêr na bin, lawêt lawtaze na bin, kiçêt ciwan û bejin zirav û gerden kêl na bin, bwîk û zava jî na bin, dawet û şahî jî na bin û deyk jî na bin. Heke deyk ne man, kes na bît bo me ji dil bikenît û bigirît çîrroka (Îskê mîskê liser tefiskê) vegêrrît. Di ser hindê re ku pirr derdeserî sera wî mêrî bi serê wê jinê hatin. Mêrî difna xo lê bilind kir û piştî Pêşmerge hatîn û bûyne berpisyar, hemî ji bîrkirin.
Ew jina dojmina ji mêrî vegirtî û serê xo bo wan ne danay ûwene kirî kes bişêt tibla xo dirêj kete nav çavêt wî Pêşmergey. Her wî Mêrî Kifnê wê digel xo îna û jineka dî bi ser îna û ew derdeserî ya wê jinê sera wî mêrî dîtî ji dojmina, ku wene kirî ew bi mêrê xo xoş bibît, mêrî jî welê kir ew ji bi çavê zil berê xo dete birînêt kul, gotna mezina dibêjît (heke Kurmancî têr xar, an dê jinekê revêt an dê mêrekî kujît). Pêşmergêt dirav ketye desta jî jinek revand û êk jî kujt.
Dibe êk bibêjît jin bixwe şwî pê diket û kes çi kutekya lê na ket. Bersiva min bo vê gotinê ewe; Ew jina biser Hewî şwîdiket bê xiş hinek eger û rêgir yêt girêday civakê ve yêt heyn, wene kirye ew li dîv dilê xo şwîket û êkê ji layê diravî ve pêvehatî ew ya ji rastî ya wê derêxistî ji berokê jinê revandî û liser difna jinê sepandî û wê jinê jî ya xo xapandî û jina ji hevgiyanî veqetandî. Eve revandin û kujtin herduke.
Jin deyk bû û eve deyke û jiber hindê locîkê kujtinê ji nik xo heyke.
Nivîsên Ebdulhemîd Bamerrnî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Wezîrêt êşa zirav
- Kî bi ser ket?
- Barak Obama
- Dengên demê zwî (2)
- Dilbera Min
- Hîvyadera, xwelya sera
- Dengên demê zwî (1)
- Dengên demê zwî
- Li Duhokê nexweşketin qedexeye!
- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!? (2)
- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!?
-
Têbiniya Diyarnameyê: Me dest nedaye zimanê nivîskêr û awayê nivîsandina wî ya bi zaravayê Behdînî.


