Diyarname
Li nav trafîka Tirkiyeyê li hin bajaran plaka bi sê tîpan, li hin bajaran bi du tîpan e. Li bajarên ku di plakayê de sê tîp hene, hin plakayên bi tîpên KCK jî hene. Piştî ku Dadgehên Tirkiyeyê "KCKC - Komeleya Civakên Kurdistanê xist nava lîsteya terorê" niha ketiye dû plakayên erebeyan ku bi KCK ne.
9'emîn Daîreya Dadgeha Cezaya Bilind mehek berê biryar girt û KCK xist nav lîsetya "terorê". Pêre jî bi kesên ku di plakayên erebeyên wan de KCK nivîsiye tirs çêbû. Li gor lêkolîna şûbeya trafîkê di sala 2011'an de li Tirkiyeyê 261 erebe di plakaya wan de KCK nivîsandî hene. Ji van 61 erebe li Stenbolê, 20 li Enqereyê ne. Û piştî biryara dadgehê niha pirsa "ev plaka dê çawa bin?" derketiye holê.
Li ser vê berpirsên trafîkê biryar girtine ku êdî plakayên "KCK" nede kesî û yên ku ev plakaya wan heye jî mafê guherandinê da wan, lê ji kesî re negotin ku hûn mecbûr in biguherînin. Û ev biryar ji hemû walîtiyên Tirkiyeyê re hat şandin.
Li aliyê din meseleya aborî jî heye. Li Tirkiyeyê mesrefê ewraq û belgeyên ji bo guherîna plakayekê bi 156 TL, 50 qiruşî dibe mal. Bi gotineke din yên ku di plakaya wan de "KCK" hebe û bixwazin vê biguherînin dê 156 TL û 50 qiruşî jî pere bidin.


