Diyarname
Nivîskar û rojnameger Barzan Îso ku îro li balafirgeha Stenbolê heya bû lê polîsan nehit bikeve Stenbolê û gotin ku qedexe ew ling dayne ser axa Tirkiyeyê.
Nivîskar û rojnameger Barzan Îso ji rojavayê Kurdistanê ye. Di pêşketina rojavayê Kurdistanê, di şerê li Kobanî de wî gelek nûçe pêşkêş kirin û haya raya giştî bi wir xist. Îso zêdetir bi ev nûçeyên ku ji wir pêşkêş kirin li qada kurdan û ya dinyayê hat nasîn. Îhtîmal e ji ber vê yekê rayedarên Tirkiyeyê biryar girtine ku Îso neyê Tirkiyeyê.
Barzan Îso û ji xwe îro li balafirgeha Sabiha Gokçen a Stenbolê peya bûn lê rayedaran Îso desteser kirin û ew niha di beşa "non-greate man". Yên ku di vê lîsteyê de bin qedexeye ku bikevin Tirkiyeyê. Kesên wisa MÎT (Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî ya Tirk) bi koda G87 binav dike û ketina wan qedexe dike.
Li gor parêzer Naki Demirci ku parêzerê Barzan Îso ye, wî xwestiye der barê Îso de agahiyan bigire ku çima nahêlin bikeve Tirkiyeyê lê tu agahî nedane wî û her wiha nehiştine bi Îso re hevdîtinê jî bike. Demirci dibêje jina Îso ji ber ku hemwelatiyê Rusyayê ye ji bo wê pirsgirêk nîn e, lê ji bo Îsa pirsgirêk heye û îhtîmal e wî bi paş ve bişînin. Her wiha Demirci dibêje ji ber ku Berzan Îso bi awayekî fermî hemwelatiyê Sûriyeyê ye bixwaze dikare here welatê ku di navbera Sûriye û wê derê de meseleya vîzeyê tune ye ku mînak Iraq.
Li gor parêzer jina Barzan Îso dikare li ser vê yekê li cem dadgehên tirk dozê veke lê ji ber ku sibê şemiye, encax dikare duşemê tiştek wisa bike, lê heta wê çaxê jî dibe wî bi paş ve jî bişînin.
Parêzer Demîrcî vê kiryarê bi biryara ewlehiyê ku hikumetê demek berê ji bo vê zagon derxist jî ve girê dide.