Diyarname
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan roja 2'yê gulanê diçe Amedê. Navenda Giştî ya DBP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku dê tu şaredarên wan neçin pêşbaziya Erdogan û beşdarî bernameyên wî nebin.
Erdogan 2'yê gulanê wê here Amedê, dûre here Batman û Sêrtê. Ev her sê bajar şaredariyên wan di destên DBP'ê (Partiya Herêmên Demokratîk) de ye. DBP'ê daxuyand ku ji ber Erdogan gotiye ew Daxuyaniya Dolmabahçeyê qebûl nake, dê heyeta şopandinê çênebe, gotiye pirsgirêka kurd nîn e, di rewşeke wisa de şaredariyên wan dê neçin pêşwaziya Erdogan û beşdarî civînên wî nebin.
DBP'ê wisa got: "Ji ber ku Erdogan ji serokomarî wêdetir wekî rêberê partiyeke siyasî tevdigere û di bin navê vekirina cihan de di pêvajoya hilbijartinê de ji bo propagandaya AKP'ê tê bajaran lewma Hevşaredarên me dê beşdarî bernameyên wî nebin:"