Diyarname
Îsal Xelata Nobelê ya Aştiyê ji Filipînê û Rusyayê dan du kesan ku yek ji wan rojnameger e.
Seroka Komîteya Nobelê Berit Reiss-Andersen îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê xelatgrên Xelata Nobelê ya Aştiyê eşkere kirin. Ji Filipînê Maria Ressa, ji Rusyayê Dmitry Muratov hêjayî xelatê hatin dîtin. Ji bo wan wisahat gotin, "Ji ber li Filipînê û Rusyayê ji bo azadiya ramanê têkoşîneke dilpola dane hêjayî xelatê hatine dîtin. Di heman demê de li dinyaya ku demokrasî û azadiya ramanê her diçe dikeve nava rewşeke xirab, ew nûnerên hemû rojnamegeran in ku têdikoşin."
Di sala 1935'an de alman Carl von Ossietzky piştî şer bernameya bêçekbûna eşkere kiribû hêjayî xelatê hatibûn dîtin. Piştî wê rojê yekemîn car rojnameger hêjayî Xelata Aştiyê hatine dîtin. Maria Ressa disala 1963'yan de li Filipînê haitye dinê. Di sala 1987'an de di televîzyona dewletê de dest bi karê rojnamegerî kiriye. Di CNN Internationalê de xebitiye. Di sala 2012'yan de ligel sê rojnamegerên jin Rapper ava kikriye ku 100 rojnameger têde dixebitin. Dmirty Muratov di sala 1961'ê de Samaraya Rusyayê hatiye dinê. Ew ji sala 1995'an ve Gerînendetiya Weşanê ya Rojnameya Novaya dike. Komîteya Parastina Rojnamegeran ji bo Rojnameya Novaya gotibû, "Îro li Rusyayê tekane rojnameya di warê neteweyî de bi bandor e ku bi awayekî rexneyî nêzîkê meseleyan dibe."
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Xelata Nobelî ay Edebiyatî da Abdulrazak Gurnehî
- Xelata Nobelê ya Kîmyayê dan alman û skoçekî
- Xelata Nobelê ya Fîzîkê dan japon, alman û îtalyanekî
- Xelata Nobelê ya Tibê dan David Julius û Ardem Patapoutian
- Va ne hin berendamên Xelata Nobelê ya Aştiyê