Diyarname
Parlementerên DTP'ê yên Amedê Selahattîn Demîrtaş, Aysel Tugluk û Gultan Kişanak û rêveberên Rêxistina Bajêr a DTP'ê, dema diçûn gundê Tireloyê, ji aliyê ekîbê trafîkê ve bi awayekî kêfî hatin rawestandin.
Ekîbê xwest ku wan ji wesayîtan peya bikin. Li ser vê yekê parlementerên DTP'yî rê li trafîkê girtin.
Piştî vê yekê ciwan li ber avahiya bajêr a DTP'ê hatin cem hev û ev kirina şermezar kirin. Bi vê yekê re polîsên girêdayî emniyeta Amedê navenda bajêr dorpêç kir. Di navbera ciwan û polîsan de xirecir derket, polîsan gule bera hewayê da. Li ser bihîstina dorpêçkirina polîsan mabûsa DTP'ê Aysel Tugluk û Serokê DTP'a Amedê Necdet atalay hatin navenda bajêr, bi polîsan re xeber da û dûre jî li hundir bi rêveberan re ketin hevdĞitinê.
Heta ev nûçe hate weşandin xirecir dom dikir. Li bendê ne ku DTP'yî daxuyaniyeke bidin.