Diyarname
Tîma fûtbolê ya Cîzresporê di Lîga Amator a Herêmî (BAL) de dilîst. Cîzresporê maça xwe ya dawî a îsal bi "12 Bîngolsipor"ê re lîst û maç bi 0-0 bi dawî bû. Bi vê encamê Cîzrespor wekî lîder bû xwedî 56 pûanan û 12 Bîngolspor di 55 pûanan de ma (bû duyemîn). Cîzrespor bi vê yekê bû şampiyonê BAL'ê. Cîzrespor bi vê encamê derbasî Lîga 3'yemîn a Tirkiyeyê û sala bê ji her sê komên Lîga 3'yem dê di komekê de bilîze.
Cîzrespor maça xwe ya dawî ya bi 12 Bîngolsporê re li Stada Gap Arena ya Rihayê lîst.
Piştî maçê lîstikvan, heyeta teknîkê û rêveber li nava sehayê hev pîroz kirin. Temaşevanên ku xwestin ji bo pîrozbahiyê dakevin nav sehayê pêşî polîsan nehişt û hin xirecir derketin, dûre pêşiya temaşevanan vekirin û temaşevan ketin sehayê û lîstikvan pîroz kirin.
Cîzrespor îsal di Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê jî de jî serketineke baş bi dest xistibû. Cîzrespor ku tîmek amator bû hemû reqîbên xwe yên di tûrên hevtêkbirinan de li dû xwe hiştibûn û ketibû Maçên Koman ku ev yek serketinek bû.
Agahiyên li ser Cîzresporê
Teknîk Dîrektorê Cîzresporê Yahya Unal e ku Unal di sala 1970'yî de li Kirşehîrê hatiye dinê. Bi temamî buhaya tîma Cîzresporê 454 hezar Euro ye.
Pirahiya lîstikvanên Cîzresporê ji derve, ji bajarên Tirkiyeyê hatine tiransferkirin. Ji 18 lîstikvanên Cizresporê tenê Erdî Eren û Sedat Sefinç ji Cizîrê, Ramazan Kaya ji Amedê, Ahmet Taş ji Sêrtê, Servet Gokçer ji Qoserê û Mervan Cirasun ji Hezexê ye. Lîstikvanê wan Boubacar Moussa Traore jî ji Malî ye. Lîstikvanên din ji bajarên Tirkiyeyê ne.
Piştî şampiyoniyê temaşevanên Cîzresporê li kuçeyan geriyan û şampiyonî pîroz kirin.