Diyarname
Îro li Kayapinara Amedê polîsên dewletê bi ser avahiya ku ofisa DÎHA, Azadiya Welat û Kurdî-der lê ye girtin û 32 kes hatine binçavkirin.
Gelek polîs hatin avahiya saziyan û hemû xebatkar li qata jêr kom kirin. Polîsan negotiye çima bi ser avahiyê de girtine lê tê gotin piştî teqînên li nêzî avahiyê polîsan bi ser wirde girtine. Lê derket holê ku saet 17.30 de biryara bi serdegirtina avahiyê de girtine lê teqînên 10 deqe paşê çêbû yê.
Hin kesên hatine binçavkirin ev in:
Müjdat Can, Dicle Müftüoğlu, Reşit Bayram, Ömer Çelik, Devren Toptaş, Mazlum Dolan, Nurettin Akyıldız, Siyabend Yaruk, Ercan Bilen, Ferah Kılıç, Meltem Oktay, Ramazan Ölçen, Zafer Tüzün, Zeynel Abidin Bulut, Besalet Yaray, Ferit Köylüoğlu, Mahmut Rubanas, Aziz Oruç, Ayşe Nevroz, Suzan Toprak.
Li aliyê din parêzerên ku xwestin derbarê binçavkirinan de agahî bigirin hatin ber avahiyê rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan bi bombeyên gazê û guleyên plastîkê êrîş kirin. Polîsên ku parêzer nêzî avahiyê nekirin wesayîtên zirxî ajotin ser parêzeran.
Dîsa destûr nadin rojnamevanên ku hatine ber avahiyê û gefa binçavkirinê kirin. Hat ragihandin ku di destê polîsan de bê destûra lêgerînê hebe avêtine ser avahiyê û dûre ji dozgeriyê destûr hatiye girtin. Li alê din 32 rojnamegerên hatine binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.
**
Piştî çend saetên binçavkirinê ji yên hatibûn binçavkirinê 31 kes bi şev hatin berdan kesek bi navê che Guevara Dargin ji ber der barê wî de biryara lêpirsînê hebû û ji ber temenê wî biçûm bû birin şaxa zarokan.