Diyarname
Helbestvan û lîstikvan Abdulselam Kilgi ku bi navê Selamo tê nasîn li Balafirgeha Îzmîrê hat binçavkirin. Dozgerî destûr nade parêzer dosyayê bibînin.
Selamo dema ji Almanyayê bi ser Îzmîrê re dê biçûya Mêrdînê li Balafirgeha Adnan Menderes a îzmîrê duh bi şev hat binçavkirin.
Hat gotin ku der barê Selamo de lêpirsîneke hebûye û li ser dosyayê jî biryara nîşandenayînê heye ku parêzer nikarin agahî bidest bixin. Hat gotin ku dê Selamo 4 rojan di bin çavna de be.
*
Helbestvan û lîstikvan Selamo piştî du rojên binçavkirinê roja 11'ê mehê hat berdan. (Ev not 11'ê mehê li nûçeyê hatiye zêdekirin)


