Diyarname
Neteweyên Yekbûyî sala 1999'an roja 25'ê sermawezê wekî "Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta Li Ser Jinan a Navneteweyî" qebûl kir. Ji wê rojê de her sal balê dikişînin ser şîdeta li ser jinan. Di 10 mehên îsal de li Tirkiye û li Bakur 287 jin hatine kuştin.
10 MEH: 287 JIN HATINE KUŞTEN
JINNEWS ajanseke kurdan e ku bi taybetî li ser jinan nûçeyan belav dike. Ji bo "Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta Li Ser Jinan a Navneteweyî" JINNEWS'ê rapora li ser 10 mehên borî amade kir. Rapor li ser şîdeta li ser jinên Bakur û jinên li Tirkiyeyê ye. Rapor hejmara jinên hatine kuştin û ew ji aliyê kî ve hatine kuştin nîşan dide.
Va ye agahiyên ji raporê:
- Di 10 mehan de 287 jin hatin kuştin.
- 183 bi awayekî bi guhan canê xew ji dest dane.
- 88 jin ji aliyê mêrê xwe ve, 22 jin ji aliyê kesê ji hev veqetiyane ve, 26 jin jî hê di asta ji hev veqetînê de bûn ji aliyê mêran ve hatine kuştin.
- 15 jin ji aliyê kurê xwe ve, 22 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 8 jin ji aliyê zilamê jê veqetiya ye ve, 11 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 6 jin ji aliyê mêrê ku bi hev re dijiyan ve, 2 jin ji aliyê bavê xwe ve, 6 jin jî ji aliyê mêrên qet wî nas nake ve hatine kuştin.
ÇÎROKA VÊ ROJÊ
Neteweyên Yekbûyî di sala 1999'an de roja 25'ê sermawezê wekî "Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta Li Ser Jinan a Navneteweyî" qebûl kir.
Li Komara Domînîk sê xwişkên bi paşnava xwe Mirabal (Patria, Minerva û Marin0a Teresa) ji bo mafên jinan li hemberî dîktator Rafael Trujillo derketibûn. Dîktator Trujillo ji bo van jinan gotibû, "Li welat du talûke hene: Dêr û Xwişkên Mirabal."
Roja 25'ê sermaweza 1960'î li Komara Domînîk ev her sê jin û ligel ajokarê erebeya wan Rufino de la Cruz hatin kuştin. Neteweyên Yekbûyî ev bûyer wekî destpêka vê rojê qebûl kir. Ji sala 1999'an de li gelek welatên dinyayê ev roj wekî "Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta Li Ser Jinan a Navneteweyî" tê bibîranîn.