SILÊMANIYÊ
Endamê Buroya Siyasî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Dr. Necmedîn Kerîm diyar kir ku YNK bi awayekî fermî piştgiriya rêveberiya demî ya rojavayê Kurdistanê dike.
Dr. Necmedîn Kerîm ku duh ji bo televîzyona Gelê Kurdistan axivî, diyar kir ku YNK bi awayekî fermî piştgiriya rêveberiya demî ya rojavayê Kurdistanê ku ji hemû pêkhateyên herêmê tê avakirin dike. Kerîm, destnîşan kir ku ew vê pêngavê wekî destkeftiyeke dîrokî dibinin.


