Îrfan Amîda
Li gel ku min ji zû ve ye dixwest ku li ser vê mijarê binivîsim jî, heta niha li ser DTP’ê û parlementerên wê nenivîsand. Li gel ku di der heqê polîtîkayên/bêpolîtîkaya wê de hin fikrê min hebûn jî, min ev nivîs ji ber hin sedeman biderengî xist. Lê piştî ku birêz Şêxmûs Sefer nivîsa xwe ya bi navê “Parlementerên DTP’ê çi dikin?” di Diyarnameyê de weşand dîsa li ser vê mijarê fikirîm û di Diyarnameyê de bang dikim, ku li ser polîtîkayên DTP’ê û rewşa wê nivîskarên kurd bi awayeke analîtîk rawestin û nêrînên xwe wekî daxwaz û perspektîf bînin zimên. Bi hêviya ku nivîsa Şêxmûs Sefer bibe despêka nîqaşekê.
Min jî xwest ku nivîsa xwe bi ya Şêxmûs Sefer bidim dest pê kirin. Parlementerên DTP’ê çi dikin, lê beriya ku vê pirsê bibersivînim min pêdivî bi pirseke din kir. Gelo parlementerên DTP’ê çi nakin? Heger ev pirs neyê bersivandin, ez dibêm qey dê pirsa birêz Sefer jî baş neyê bersivandin. Yan jî dibe ku mirov neheqiyeke mezin li parlementerên kurd bike. Ji lewra jî, ev pirs bi ya min gelekî girîng e. Helbet ev pirs, heger bê bersivandin û bi neyênî bê bersivandin, wê demê mirov divê pirseke din, ji xwe bike. Gelo çima nakin?
Berî her tiştî mirov bi hêsanî dikare bersiva çi nakin bide. Mirov dikare bibêje siyasetê nakin. Îcar jî pirseke din derdikeve holê. Gelo çima siyasetê nakin? Bersiva vê pirsê ne hêsan e û di virde êdî nirxandineke siyasî û analîtîk divê. Gelo wekî ku birêz Şêxmûs Sefer dixwaze bibêje nikarin siyasetê bikin, ji ber ku tu ferqa me û wan tune an dikarin siyasetê bikin lê ji ber hin sedeman nakin. Bi ya min xala duyem hinekî din nêzîkî rastiyê ye. Lê vê carê jî pirseke din derdikeve holê ew jî ev e. Ger dikarin siyasetê bikin çima nakin?
Ez bawer dikim ku pirsa herî girîng jî, ev e. Helbet parlementerên DTP’ê dikarin siyasetê bikin û ji xwe siyasetê jî dikin. Lê siyaseteke çawa? Siyaseteke arasteyî hundirîn. Bi ya min tişta ku li ser nayê fikirîn ev e, ku ev siyaset rewşa siyaseta kurdan eşkere dike. Girîngtirîn tişt jî ev e ku kurd mixabin bi vê yekê dixapin. Ev siyaseta hundurîn ya ku tê kirin jî, ji ber xwestina serokatiya kurdan/temsîliyeta kurdan, tê. Yanî burjuvaya biçûk ku bi îtîfaqa feodalîzma kurdan dixwaze xwe hinekî hêzdar bike, êdî mafê temsîliyetê di xwe de dibîne û vê daxwazê bi pratîka xwe tîne zimên. Îqtîdara kurdan jî, heta jê tê naxwaze vê îqtîdarê ji dest xwe berde. Ev despêka veçirandina siyaseta kurdan e. Û bi temamî bi zanebûn û ji têkiliyên siyaseta navneteweyî tê. Mixabin wekî paradîgmayekê jî tê nîşandan. Tiştê bêsiyasetbûnê derdixe holê ji xwe ev e.
Berî her tiştî ev tişt li hesabê klîkên siyaseta kurdan tê. Dema ku her klîk sedemên vê bêsiyasetbûn yan jî xitimandina siyaseta kurdan tîne zimên, hinekî xwe mafdar derdixe. Klîka yekem xwe bi bêînsiyatîfbûn û rêlibergirtina siyaseteke demokratîk, ku ji ber xwestinên navneteweyî tê, mafdar derdixe. Li gorî vê klîka di nav DTP’ê de; siyaset bi statukoyê nayê meşandin û hem tirkî hem jî YE/DYA (Yekîtiya Ewropayê/ Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) heta siyaseta kurdan îqtîdara xwe neguherîne ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, gavê navêjin. Ev nêrîn, eşkere ya hêzên global e û dibe ku tirkî jî bi erênî nêzîkî vê polîtîkayê bibe. Ya duyem jî xwe bi welatparêzî û lêxwedîderneketina nirxên têkoşîna azadiya kurdan mafdar derdixe. Li gorî wan jî, bi vê tekoşînê zemîn ji siyasetmedarên kurdan re hatiye avakirin û mixabin siyasetmedarên kurd di vê zemînê de rola xwe nalîzin û di bin barê ku hildane ser xwe de, dikevin. Mixabin wekî ku me berî niha jî gotibû her du alî jî xwe mafdar derdixin û heta radeyekê mafdar in jî. Ji lewra jî, siyaseta kurdan/ya DTP’ê li dora xwe dizîzike.
Temsîliyeta van klîkan êdî eşkere ye û her kes dizane. Mirov dikare bibêje ku ev şer ji zû ve ye heye. Hê di dema HEP’ê de vî şerî dest pê kiribû û wê heta demekê jî bidome. Dibe ku heta radeyekê ev bê pejirandin. Di têkoşîna hemû neteweyan de kêm zêde polîtîkayên ji hev cuda derdikevin holê û car caran bi hev re ditêkoşin jî lê tişta ne rast ev e ku tu carî şerê bi derveyîn yê esasî re nayê ji bîr kirin. Heger armanc xwestina temsîliyetê ya ji gel be, ev encax bi bidestxistina mafan mimkûn dibe. Tişta herî girîng ku parlementerên DTP’ê nakin ev e, ku ev jî hêviyên gel dişikînin.
Helbet ev yek ne tenê bi parlementerên DTP’ê ve girêdayî ye. Siyaseta tirkî û hêzên dewleta tirkan jî fersendê nadin wan. Lê mixabin hê tişteke ku mirov bibêje “va ev polîtîka afirandin û dewlet bi ser wan de çû, bergiya wan girt” tune. Ji xwe herdem, di rewşa wekî ya kurdan û dewleta tirk de, siyasetmedar her tiştî bi xwe nakin. Car caran bi taktîkên ku diafirînin, ji dêvla xwe didin kirin. Ez bawer dikim ku heta niha parlementerên DTP’ê ev tişt jî nekirine. Tu kes an jî hêz ji dêvla xwe nedane peyivandin an jî polîtîka, bi wan nedane afirandin. Li gel vê yekê, ez dibêm qey ew hatine van polîtîkayan, taktîkan. Ji ber hin hêviyan, hem berî hilbijartinê bi devê birêz Aysel Tugluk û hin siyasetmedarên din hem jî piştî hilbijartinê dîsa bi devê Tugluk û Ahmet Turk, tiştên ku hatin zimên, eşkere dike ku siyasetmedarên kurdan têne van polîtîkayan.
Xaleke din a girîng jî ev e bi ya min. Divê siyasetmedarên kurd, tirkên xwe biafirandana/biafirînin. Lê mixabin ev jî nekirin. Nekirin li hêlekê, ku em bêjin hatin polîtîkaya dewletê ya afirandina kurdên xwe, ez dibêm qey wê ne neheqiyeke mezin be. Ji ber ku bi devê hin nivîskarên xwe, eşkere kirin ku li kurdên parîkî baştir û lîberal digerin û mixabin, hinekî jî tevliheviya di nav DTP’ê de piştî vê bangê kişif bû.
Xaleke din jî ev e. Divê parlementerên DTP’ê ji rola bersivdayînê derketana û êdî bikaribana pirs bikirana, di her platformê de. Gerek di her platformê de, li ser navê kurdan pirs bikirana ku partî, rêxistin û hin saziyên sivîl, polîtîkayên xwe yên di der barê pirsgirêka kurd de zelal bikirana. Gerek bi pirsên xwe helwesta dewletê ya li hember gelê kurd bidana nîqaş kirin. Lê mixabin wekî kesên sûcdar (ku psîkolojiyek bi vî rengî her bi wan re heye) her di vê rola bersivdayînê de man û pirî caran jî bersivên wan li hev nebahniyan. Mixabin bi dengekî bilind li bêsûcbûyîna gelê kurd xwedî derneketin…
**
Nivîsên Îrfan Amîda yên ku berê hatine weşandin:
- Li hemberî polîtîkayên globalîzmê saziyên kurdan û yên demokratîk çi dikin