logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye
  2. Hûmara newî ay "Bajar"î veciya
  3. Festîvala Koxê bi meşê dest pê kir
  4. Cîgirê Serokê MHP'ê li ser pêvajoyê mînaka IRA û FARC'ê da
  5. Ji Lîsê 5 romanên dawî yên derketine
news-details

Îrfan Amîda: Exlaqê pênûsê

Belkî ji her tiştî pirtir pîvan e exlaq ji bo civakekê yan jî ji bo mirov bi xwe. Lê...

  • Dîrok: 24/03/2008
  • Beş: Serbest

Belkî ji her tiştî pirtir pîvan e exlaq ji bo civakekê yan jî ji bo mirov bi xwe. Lê ji ber ku di heman katê de exlaq têgeheke guherbar e ji bo civakan yan jî mirovan, di têkiliyên di navbera mirovan yan jî civakan de tiştekî problematîk e jî. Ligel problematîkbûyîna xwe ji bo nêzîktêdayînan diyarkêr e ku gelek caran hebûn û nebûna wijdan û edaletê jî diyar dike. Civak, gel yan jî kesên ku exlaq ne dîsîplîneke kesayetiya wan be, hem wijdan hem jî edalet bi problema di jiyana wan de. Heta hesta edaletê qels û winda dibe ku êdî pê li her tiştî û her nirxê dike/dikin. Dibin kujêrên nirxan.

Gelo exlaqê pênûsê heye ya na? Di heman demê de iwjdan û edaleta pênûsê… yan jî mirov bi awayekî din bipirse: exlaqê pênûsê bi yê nivîskêr ve girêdayiye yan na? Bersivandina van pirsan ez bawer dikim ku dê gelek tiştan zelal bike. Heger ev pirs neyên bersivandin dê ji merhaleya pirsê derbasî merhaleya pirsgirêkê bibin ku wê bi xwe re gelek tiştên din jî biêşînin. Ji bo edebiyatekê û pêşketina wê divê ev pirs bêne bersivandin. Tew edebiyateke mîna edebiyata kurdî ku ji bo bibe xwedî nasnameyekê û di nav edebiyata cîhanê de cihekî xwe yê bi rûmet bigire, ligel hemû astengiyan, di berxwe dide, bersiva van pirsan hinekî din girîng dibe.

Helbet têkiliya pênûs û yên pênûsê bikar tînin heta niha hatiye nîqaş kirin û gelek nerînên ji hev cuda hene di vê mijarê de. Lê tişteke eşkere heye ku ew jî ev e: dîsîplînên xweser ên edebiyat/nivîsê hene, ji lewra jî exlaqê nivîsê/pênûsê jî heye û nivîskar qet nebe divê van disîplînan ji bîr ve neke ku bikaribe wijdan û edaleta pênûsê bikar bîne û exlaqê pênûsê biparêze. Helbet mebesta me ji exlaq ne nirxên exlaqê civakê û hişmendiya kolektîv e. Nivîskar ne hewceye ku li gorî exlaqê civakê tevbigere yan jî pênûsa xwe bikar bîne. Dibe ku bi tundî li dijî nirxên exlaqî yên civakê derkeve lê mecbûr e ku exlaqê pênûsê ji bîr neke ku bi rûmeta pênûsê nelîze. Ev yek hinekî jî bi kesayetiya nivîskêr a edebî ve girêdayî ye. Ger xwedî xwe û kesayetiyekê be tu bivê nevê dê exlaqê pênûsê û yê edebiyatê jî biparêze lê ku ne xwedî xwe û kesayetiyekê be dê edebiyatê jî edebiyatvanan jî biêşîne. Ji pênûsa bi exlaq nivîsa bi qerekter derdikeve. Zimanekî berzekirî û bi rûmet derdikeve.

Ji bo exlaq parîkî jî kamilbûn hewce dike. Divê mirov berî ku bibe dîk dest bi azanê nede. Ya na dê dengê qijakê derkeve ji zengeloka zelal. Pirsgirêk parîkî ji vir derdikeve. Heger mirov kedê nede ji bo ku xwe bikemilîne di warê edebiyatê de, dê gelek caran nivîsên bê qerekter û zimanekî bêexlaq derkeve holê.

Lê piranî ev pirsgirêk xwe di rexneyê de derdixe holê. Her çiqasî rexne ji bo edebiyatekê pîvana hebûn û nebûnê be jî (ku bi rastî ji bo edebiyata kurdî û pêşketina wê pîvana seretayî ye îro), gelek caran rexneyên ji pênûsa bêexlaq (!?) problemê jî diafirîne ji bo edebiyatê. Lê mixabin, çi di rexneyên gelemperî de çi jî di rexneyên loqal de mirov pêrgî rexneyên pênûsa bêexlaq tê yan jî nirxandinên di der heqê edebiyata kurdî de tê ku wekî nivîskar û xwendevanekî, têra xwe pê diêşe. Ji bo ku xwendevan bi nivîsê neêşe berî her tiştî divê disîplînên edebiyatê neyê û exlaqê pênûsê neyê ji bîr kirin. Divê mirov ji bîr ve neke; nivîsa bi qerekter ji ji pênûsa bi exlaq û xwedî wijdan derdikeve.        
 
imemzal@hotmail.com

 

Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

diyarname podcast festival3 4 #diyarname #deng

news

Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye

news

NOFA / Eylul Nazlier

news

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e#shortsvideo #shortsviral #shortsvideos

news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

news

diyarname podcast festival#shortsfeed #shortsvideos #diyarname#shortsviral

news

'Çand li ser mekan ava dibe' Ji festîvala çand û hunerê a Tetwanê #diyarname#shortsfeed#shortstory

news

diyarname podcast festival #diyarname#shortsfeed #shortstory #shortsfestival #shortsyoutube

news

diyarname# #diyarname#festival# #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortvideo #3deqe #deng

news

Huner, hunermend û Hozan Dîno

news

Nivîskar Yaqob Tilermenî beşdarî Diyarnameyê bû #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortsvideo

news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

news

diyarname# #podcast #3deqe #booktok #deng

news

ZERBAN

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

Video Project 2 4

news

diyarname podcast #diyarname #3deqe #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng#sinema #konferans

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 05 08 2026

Derûna neteweyî û xwebûnî di navbera serdest û bindestan de

news
  • 04 08 2026

Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî

news
  • 02 08 2026

Nivîskar Yaqob Tilermenî beşdarî Diyarnameyê bû

news
  • 31 07 2026

Huner, hunermend û Hozan Dîno

news
  • 30 07 2026

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

news
  • 29 07 2026

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Bîrnebûnê got 87

ad

SZK’ê pirtûka “Rêzimana Kurmancî” weşand

ad

Saetên vekirîmayîna pirtûkxaneyan dirêj dikin

ad

Tom Cruise wazeno feza de fîlm virazo

ad

Vane çarîk fînalîst û rojên lîstina maçan

ad

Rojên îmzeyan a nivîskarên kurd

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye

  • 07 08 2026
news

Hûmara newî ay "Bajar"î veciya

  • 07 08 2026
news

Festîvala Koxê bi meşê dest pê kir

  • 07 08 2026
news

Cîgirê Serokê MHP'ê li ser pêvajoyê mînaka IRA û FARC'ê da

  • 07 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname