Diyarname
Bale û Operaya Dewleta Tirkiyeyê ji ber ku berhemên "Romeo û Juliet" û "Spartacus" bê destûr girtine derxistine ser dikê bi 46 hezar û 400 Euroyî cezayê pereyan hat cezakirin.
Şîrketa Musikverlag Hans Sikorsski ya alman demek berê serî li Dadgeha Hiqûq û Mafên Fikir a Stenbolê da. Şîrketê bi sedema berhema Serge Prokofiev "Romeo Juliet" û berhema Aram Khatchatourian "Spartacus" bê destûr bikar aniye der barê Midûriyeta Bale û Operaya Dewletê de dz vekir. Li gor nûçeya Hayati Arifan a di Haberturkê de Şîrketê gotiye "Ligel ku hatiye zanîn ku berhem aîdê wan e jî Midûriyeta Opeba û Baleyê ji ber mafê telîfê zêde bûye bêyî peymanê îmze bikin berhem derxistine ser dikê." Li ser vê yekê şîrketê ligel faîzê wê bi 144 hezar Euro doz vekir.
Midûriyeta Opera û Baleyê jî di parastina xwe de gotiye ku di salên 2005 û 2007'an de berhem derxistine ser dik3e, mafê dawaza şîrketê derbas bûye û bi vî awayî xwe parast. Lê di dawiyê de dadgehê biryar da ku midûriyet 43 hezar 500 Euro cezaya tazmînatê, 2900 Euro heqê notayê, ji salên 2005 û 2007'an heta niha jî faîza vê pereyê bide şîrketa alman.