Diyarname
Hunermendê kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li başûrê rojavayê welêt, li gundî Xecokê ya Qamişloyê tê dinê.
Ew salên xwe yên di navbera 1969 û 1972’yan li Lubnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike.
Mihemed Şêxo 1973’an de derbasî Başûr dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendên kurdên ên din re saz dike. Bi têkçûna serhildana Başûr re ew derbasî Rojhilat dibe û li wir kaseteke tomar dike.
Mihemed Şêxo ku yek ji strana wî ya herî bi nav û deng "Ay lê Gulê" ye, gelek stranên din bi deng û awazê xwe dixe ser devê guhdaran.
Hunermend di sala 1983’yan de vedigere Qamişloyê û heta sala 1988’an de gelek berheman diafirîne.
Mihemed Şêxo di 9’ê adara 1989’an de ji nava me bar dike.
Piştî mirina hunermendê mezin, kasetên wî li gelek cihan ji nû ve hatin derxistin û bi vî awayî bêmiriniya wî xwe nîşan da.
Îsal 19'emîn sal e ku wî ji nava me bar kiriye. Em bi hurmet wî bibîr tînin û bi vê bibîranînê guh didin straneke wî.