logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Li hemberî polîtîkayên globalîzmê saziyên kurdan û yên demokratîk çi dikin

Wekî ku di nivîsa xwe ya beriya niha de me destnîşan kiribû ku êdî Pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên Globalîzmê û projeya R

  • Dîrok: 24/02/2008
  • Beş: Serbest


Îrfan Amîda

Wekî ku di nivîsa xwe ya beriya niha de me destnîşan kiribû ku êdî Pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên Globalîzmê û projeya Rojhilata Navîn ve girêdayî ye. Û ji loma jî hêzên global hevparên vê pirsgirêkê ne û êdî bi tena serê xwe, ku bixwazin jî, kurd û tirk nema dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.

Bi pêvajoya “Komploya Reşemiyê” re ev konsepta nû dest pê kir. Û wekî ku dîsa di nivîsa xwe de me destnîşan kiribû ku diviyabû eniyeke li dijî hêz û polîtîkayên global bihata afirandin.
Gelo ew zemîn û mercên afirandina eniyeke dijglobaliyê hebû yan na? Yan jî ew zemîn dikaribû bihata afirandin? Helbet berî her tiştî divê ev pirsan bêne bersivandin.
Ger mirov ji aliyekî, pêvajoya DTH’yê û prensîbên bingehîn ên ji bo partiyeke nû eşkere kiribûn, ji aliyeke din ve jî hêviyên ku di nava gelê kurd û saziyên demokratîk û partiyên li dijî polîtîkayên globalîzmê de bibîr bîne, bi hêsanî dikare bibêje ku zemîneke xurt hebû. Heger ew hêvî li ber çavan bihatana girtin û siyaset li girseyê bihata belav kirin, îro hêzên global û nûnerên wan ên li Tirkiyeyê dê nikaribûna bi hêsanî ev polîtîkayên xwe pêk bianîna. Ji bo vê jî, divê berî her tiştî li avakirina partiyeke nû nehata lezandin ku zemîn ji bo têgehên DTH’yê guncav bibûya. Lê mixabin berî ku zemîn bê afirandin DTP hate afirandin û pariyekî jî xizmet ji polîtîkayên DYA’yê û nûnerên polîtîkayên wan re hate kirin ji lewra siyaseta kurd ji dêvla (wekî ku DTH’yê digot) ku li girseyê belav bibe hinekî din bû qada şerê pozîzyongirtina klîkan. Vê encamê bi xwe kir ku DTP nikaribe li herêma Kurdistanê bi awayeke siyasal (ji bilî hestiyariya welatparêziyê) bibe îqtîdar. Encama hilbijartinê jî pariyekî bi vê yekê ve girêdayî ye.
Heger DTH, piştî avakirina Meclisa Aştiyê û diyarkirina çareseriya Pirsgirêka Kurd û Demokrasiyê, bi aktorên vê meclisê re bingêha partiyeke çareseriyê ya Tirkiyeyê biafiranda (ligel hêz, sazî û kesayêtên demokratîk) dê bikaribûya mudaxaleyê polîtîkayên globalîzmê bikira û hêza birêvebirina dewletê (ligel hêzên global) qels bikira.
Lê mixabin îro di gelek pirsgirêkan de DTP polîtîkayên hevgirtî nikare biafirîne. Mînak; ji aliyekî ve diyar dike ku di têgeha laîkiyê de wekî artêşa tirk difikire, lê ji aliyeke din ve jî bi AKP’yê re turbanê ji meclîsê derdixe. Dîsa ji aliyeke din ve KESK (ku welatparêz jî di nav de ne) li hember vê biryara meclisê, ya ku DTP jî şirîkê wê ye, derdikeve.  
Ku mirov mînakeke din bide; dema ku DTP Kurdistana Başûr wekî Îsraîla nû bi nav dike û bertekên ku kurdên Bakur yên li hember vê binavkirinê nîşan didin datîne ber hev dîsa têdigihîje ku DTP polîtîkayên rojane dike û mixabin bi van polîtîkayan hêza birêvebirina xwe ya gelê kurd qels dike û têkiliya xwe û sazî û rêxistinên derveyî xwe qels dike. Yanî polîtîkayên bingehîn neafirîne û tu kesî nake şirîkê polîtîkayên xwe. Ev bi xwe hem pûçkirina prensîbên partiyê ye hem jî xweîzolekirin e ji gel.
Ji bilî DTP’yê, dema mirov bala xwe dide saziyên demokratîk û sivîl yên ku kurd di nav de ne (wekî sendîqayan), têdigihîje ku tevgerek yan jî çalakiyeke wan ku pê mudaxaleyî pêvajoyê bikin ji hêla xwe de (qet nebe polîtîkayên ku li ser wan têne meşandin) tune ye. Di her banga aştiyê de mirov navê wan dibîne lê mixabin programeke wan a çalakiyên ji bo aştiyê tune ye. Xebatên wan bi tevahî ji bo berdewamkirina îqtîdara wan e. Yan jî ji bo parastina qada îktîdara wan e ku  qîma xwe bi biçûkbûna wê qadê ve jî tînin.
Ji xwe dewlet û hêzên sermiyana global şereke dijwar li hember van saziyan dimeşînin ku qadên wan ên siyasî, aborî û hwd. teng bikin û mudaxaleyên objektîv û sûbjektîv dikin ku qadên îqtîdarê yên biçûk ku ew sazî wê biparêzin biafirînin. Ji dêvla ku li hember vê polîtîkayê sînorên qadên xwe fireh bikin û bi têkiliya bi derveyî xwe re jî, derfet û hêza mudaxaleyên wan hêzan ji holê rakin, şirîkên îqtîdara xwe ji lewra jî şirîkên polîtîkayên xwe kêm dikin.
Ji bilî saziyên kurdan, partî û rêxistinên li derveyî kurdan jî mixabin polîtîkayeke zelal ji bo Pirsgirêka Kurd neafirînin û bi vê polîtakayê dernakevin hember gelê tirk. Mixabin dixwazin polîtîkayên xwe bi bazara ku bi kurdan re dikin re biafirînin. Yanî ji bilî nêrîn û bîrdoziyên xwe angajeyî daxwazên kurdan e. Ev hem di nerîna partiyan de hem jî di nêrîna rêxistinên wan ên di sendîqayan de û hem jî di kesayêtiyên demokrat/rewşenbîr de heye. Yanî li benda zelalbûna daxwazên kurdan e. Ger kurd daxwazên xwe mînîmîze yan jî maksîmîze bikin dê li gorî wê sekna xwe diyar bikin/dikin. Ji vê jî eşkere dibe ku her kes parîkî di xwe dimîne. Ji lewra jî tu eniyeke xurt li hember polîtîkayên globalîzmê nayê afirandin ku tiştê hêzên global dixwazin jî ev e.

   

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

9 fîlm bi hev re dikevin pêşbaziyê

ad

Tu lîstikvanê herî buha bî jî fêde nade!

ad

YPG: Çalakiya Arîn helwesta hemû şervanên YPG û YPJ’yê ye

ad

Dersa Kurdî ya Hilbijartî: Hinek Arguman û Dij-Arguman*

ad

Newroza 2009'an wisa derbas bû

ad

Meriv gur nake şivanê berxan !

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname