Vîdeoyek:
Diyarname
Di 13'emîn salvegera Şoreşa Rojava de HDK'ê (Kongreya Demokratîk a Gelan) daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, "Li Sûriyeyê aştî û îstîkrar encax bi naskirina modela Rêveberiya Xweser û hurmeta vîna gelan dikare çêbibe."
Di 19'ê Tîrmehê Roja 13'yemîn Salvegera Şoreşa Rojava de HDK'ê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. HDK'ê got ku Şoreşê nîşan daye ku ne tenê kurd, gelen ereb, suryan, tirkmen, ermen û ên din jî dikarin din nav şoreşê de bi awayekî wekhev û azad bijîn û wiha dom kir, "Ev şoreş di bin pêşengiya têkoşîna azadiyê ya jinên kurd de bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' de teşe girtiye û ji bo hemû gelan bûye îlham."
HDK'ê gotiye Rojava ne tenê tevgereke berxwedanê di heman demê de avakirina modela civakek nû ye; ev model pir çandî, pir zimanî û jiyaneke ekolojik digire nava xwe, li hemberî netew-dewletê pergala alternatif a demokratîk konfederal e.
Di daxuyaniyê de gotiye ku bi dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê re li van deran rewşa demokratik guhartine, komkujiya çand çêkirine, kirinên dermirovî pêk anîne û li hemberî serketinên Şoreşa Rojava bûne tehdîd.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hatiye gotin, "Şoreşa Rojava di salvegera xwe ya 13'yan de ji bo mirovahiyê hêvî ye û dê wisa be jî."


