BERLÎN
Demeke kurt piştî erdheja li Wanê Koma Midaxelaya Karesatan a Elman, derket holê ku li balafirgeha Berlînê li ser talîmata Enqereyê şûnde hatine vegerandin. Serokê komê Andreas Teichert ji ANF’ê re axivî û got: “Me karê Check in jî kiribû. Heta sefaretxaneya Tirk jî em ber bi balafirgehê ve bi rê kirin. Heger nebûna asteng di nava 10 saetan de me xwe digihandin Wanê.”
Piştî ku roja yekşemê saet di 13.41’ê de erdhej li Wanê çêbû û ew nûçe ket ser berga ajansan, saetek paşê Koma Midaxelaya Karesatan a Elman (DTRG) ji bo ku bir ê bikeve bil ez û bez ket nava hewldanê. Di serî de 10 kes hebûn di koma ku wê biçûna Wanê.
Koma ku tupên oksîjenê û gelek alavên teknîkî hildan, agahiya çûyîna xwe dan sefaretxaneya Tirkan. Paşê di dalafişrgehê de ji bo Stenbolê cî hate veqetandin. Kom li bendê bû ku saet di 19.30’an de ber bi Stenbolê bifirin.
'ME KONTROLKIRINA BİLÊTAN JÎ KIRIBÛ'
Lê belê piştî “Check in”ê surprîzke nexweş lki benda wan bû û rayedarekî Riyên Hewayî ya Tirkan agahî da komê kul i ser talîmateke ku hatiye ew ê destûrê nedin firînê. Şaş dimînin. Li ser vê yekê serokê komê Andreas Teichert agahî da ANF’ê û got,“Li balafirgehê em mat man me tu wate neda vê yekê.
'DI 10 SAETAN DE EM LI WANÊ BÛN'
Heger destûr bidana em ê di 10 saetan de bigihîştana Wanê. Di serî de rayedarên Trikan gelekî baş nêzî me bûn. Sefaretxaneya wan serkeftin bom e xwest. Ji ber ku berteka pêşîn me nîşan dabû. Li BValafirgehê jî hem tişt. Rayedarên Riyên Hewayî ya Tirkan ji bo ku em zêde bagajan hildin. Lê belê di kêlîka dawîn de rayedarekî tirk hat û got, ‘pêdiviyta me bi alîkarî piştgiriya teknîkî nîn e.’
Lewma jî divê alkîkariyên wisa însanî nebin qurbana hevsengiyên siyasî. Tirkiye çiqasî hêzdar nbe jî pêdiviya wê bi piştgiriya welatên Ewropî heye.
'TIRKIYE JI JAPONYA PÊŞKETÎTIR E GELO?'
Andreas Teichert got, “Em çûn alîkariya Îtalya û Japonyayê. Ma qey Tirkiye ji Japonya pêşketîr e yan ji Îtalya pêşketîtir e. lê wan dewletan negotin ‘pêdiviya me bi alîkariyê nîn e.’ me zimanê japonî jî nizanîbû. Tirkiye destûr da koma Bulxarî û Azerî, dibêjin ‘ew bi tirkî dizanin’ lê komên Tirkan jî bi Kurdî nizanin. Li wan herêman bi Kurdî tê axavtin.
SIYASETA ALÎKARIYÊ Û KARESATÊ NABE
Lewma jî siyaseta alîkarî û karesatê nabe. Koma me li Wanê tenê kesek jî xelas bikira bes bû.”
Ji ANF'ê hatiye girtin
***
Nûçeyên eleqedar:
- Hejmara miriya gihşît 535 kesî
- Şaredariyên BDP’ê ji bo Wanê seferber bûn
- Barzanî mîlyon dolarek alîkarî da Wanê
- BDP dibe alîkar, dewlet dibe asteng!
- Ji Wan û Erdîşê notên rojekê (24.10.2011)
- 13 rojnameyan ev wêne weşand
- ÇGD: Dawî li nijadperestiyê bînin
- Yuzde Yuz Futbol ji bo Wanê kurt dom kir
- Çapemeniya tirk û erdheja Wanê
- Li ser erdheja Wanê agahiyên nû
- Şaredariyên BDP'ê ji bo Wanê seferber bûn
- Saet 19.00: Li Wanê hejmara miriyan zêde dibe
- Şaredarê Erdîşê: Em bi lezgînî li benda alîkariyê ne
- Dîroka erdhejên ku li Wanê pêk hatine
- Saet 16.00: Agahiyên dawî li ser erdhejê
- Saet 15.00: Li Wanê 50 birîndar hene
- Saet: 13.61, li Wanê erdhej çêbû


