Diyarname
Weşanên Sor û malbata Arjen arî bi hev re meha pêşiya me bernameyeke çandî ji bo birana Arjen Arî li dar dixin.
Di bernameyê de pêşangeha fotoyan, temaşekirina fîlm (fîlmê bi navê "Bîraxane"), xwendina helbestan (xelatgirên Pêşbaziya Helbesan a Arjen Arî) û konser (Mehmet Atli, Xalit Tari) dê hebe.
Bername roja 17'ê sermawezê saet 17.30 de li ÇandAmedê wê lidar bikeve.


