logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Qad di destê gel de ye: Li Taksîmê gel bi ser ket

Deqeya dawî: Li Taksîmê gel bi ser ket. Polîs bi paş ve dikişin. Vane agahiyên nû...

  • Dîrok: 01/06/2013
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Li Taksîmê hikumetê dixwest darên li Parka Seyranê ya Taksîmê jê bike û li wê derê AVM çêbike. Li ser vê ev çar roj in gel ji her alî ve ber bi Taksîmê ve diherikî. Û ev çar roj bûn polîsan bi hemû hêza xwe gaza çavsotîner bi ser wan de dibarand, erebeyên polîsan TOMA bi avê bi ser gel de diçû lê gel her ku belav bû, dîsa dihat ser hev. Û di encamê de roja 1'ê pûşperê, saet li dor 15.30  (li gor saeta Tirkiyeyê) polîsan bi paş ve gav avêt.

Vane notên çend rojan:

Bûyer çar roj berê dest pê kir. Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê amadehî dikir ku darên li Parkê Hilkişîne. Parêzvanên Taksîmê (Platforma Parastina Taksîmê) jî her li hemberî vê hişyar bûn.

Sê roj berê şefeqê erebeyên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatin parkê ku daran hilkişînin. Di wê şefeqa sibê de bi qasî sedî 5'ê parkê zerar dît. Di wê demê de ji aliyekê ve gel li Taksîmê kom bû û ji aliyê din ve mebûs ber bi parkê ve çûn.

Berxwedana li hemberî vê talankirina parkê bi hewldana Mebûsê BDP'ê Sirri Sureyya Onder dest kir. Onder ku hat Taksîmê polîs dan alî û ji nişke ve xwe avêt nav cihê tê kolan. Onder xwe avêt ber kepçeyên ku ew der dikolandin û ew dan rawestandin.

Piştî ku Onder ji wan pirsî "Ka destûra we heye hûn vê derê dikolan? Ka biryara dadgehê?" hem derket holê ku biryareke kolandinê tune, hem jî kirî ku kepçe rawestin.

Berxwedan piştî vê yekê xurtir bû. Wê rojê heta êvarê di nav bera polîs û gel de xirecir dom kir. Bi şev parêzvanên Taksîmê li meydanê kon danîn û şev wir derbas kirin, lê nîvê şevê polîs û hin xebatkarên şaredariyê êrîşê gel kirin, konên wan dan ber agir ew ji qadê qewirandin.

Ji duh de hem ji aliyê Harbiye, hem ji aliyê Gumuşsuyu û hem jî ji aliyê Îstîklalê ve gel ber bi qadê ve meşiyan. Û ji duh de gazên çavsotîner û ava polîsan bi ser gel de kêm nebû.

Hema hema hemû hunermendên li Stenbolê piştgirî didan çalakiyê û pirniya wan jî dem bi dem beşdar bûn. Piştgirişa ji bo çalakvanên li Taksîmê li bajarên din jî deng veda. Ji Îzmîr heta Enqere, ji Amed heta bajarên din, li gelek bajaran çalakiyên piştgiriyê hatin lidarxistin.

Û îro:

Hevserokê KCDê Ahmet Turk, Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş, Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê MHP'ê Devlet Bahçeli êrîşa polîsan û helwesta hikumetê rexne kir.

Çalakiyên gel (endamên BDP, CHP, ên saziyên sivîl, kesên ji rêzê hemû têde) do kirin, daxwaza wan a ketina taxê dom kir.

Çawa ku endamên hemû partiyan ji bo Taksîmê ketibûn nava çalakiyan, alîgerên tîmên fûtbolê jî çalakî li dar xistin. Li dor hezar û 500 alîgirên tîmên Beşiktaş, Fenerbahçe û Galatasaray bi hev re ji bo Taksîmê meşiyan. Polîsan êrîşê wan jî kir. 

CHP ku îro dê li Kadikoyê mîtîng li dar bixista, mîtînga xwe betal kir û got dê saet 16.00'an ve li Beşîktaşê bicivin û ber bi Taksîmê ve bimeşin. Hin endamên MHP'ê jî îro li Taksîmê çalakî li dar xistin.

Di encamê de saet .i dor 15.30 polîs bi paş ve kişiyan û ji her alî ve gel ber bi qada Taksîmê ve herikî. Saet dema bû 16.00 êdî qad di destê gel de bû.

 

(Dema ev nûçe hat amadekirin çalakiya gel a li qadê dom dikir. Qad di destê gel de bû)

***

Nûçeya eleqedar:

- Onder ji nexweşxaneyê derket

- Rewşa tenduristina Onder baş e

- Sirri Sureyya Onder rakirin nexweşxaneyê

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Panzêr ketin Brezîlyayê û ew tar û mar kirin

ad

Va ne 11 şaredariyên bi kayûmê hatine desteserkirin

ad

Bi xêzek "Torosên Spî"!

ad

Di 39 saliya xwe de peyman nû kir

ad

Li ser 'Ebdurezak Bedirxan û Mohra Qomîta Kurd'

ad

Facebook televîzyonan tehdîd dike!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname