logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Derfetên bo zêdetir fêrbûna li ser edebiyata kurdî
  2. ‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin
  3. Xelata Hemingway dan nivîskar Burhan Sonmez
  4. Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)
  5. Li Kobanî 27 hezar xwendekaran karne girt
news-details

Amedê seferberî îlan kir

Ji bo erdheja bi mezinahiya 7.2 li Wanê û navçeyên wê qewimî û bi taybetî li navçeya Erdîşê rê li ber wendahiyên giran v

  • Dîrok: 24/10/2011
  • Beş: Nûçe

AMED
Ji bo erdheja bi mezinahiya 7.2 li Wanê û navçeyên wê qewimî û bi taybetî li navçeya Erdîşê rê li ber wendahiyên giran vekir; Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê seferberî îlan kir. Amed ji bo alîkariya Kurdistaniyên li Wanê li ber karesata erdhejê ketin, seferberiya tewaw û berfireh da destpêkirin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Şaredarê Sûr a Amedê Abdûllah Demîrbaş hatin Şaredariya Bajaroka Eganîsê ya bi ser navçeya Erdîşê. Şaredar û rêveberê BDP’ê li vir ji aliyê Şaredar Velî Keser, Parlamenterên BDP’ê yên Wanê Ozdal Uçer, Nazmî Gur; Parlamenterê Agiriyê Halîl Aksoy, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak ve hatin pêşwazîkirin. Şaredar Keser der heqê erdhejê de BDP’yî agahdar kir û piştî nirxandina parlamenter û şaredaran, Şaredariya Eganîsê weke navenda koordînasyon û lojîstîkê hilbijartin.

Piştre Baydemîr, Kişanak û parlamenter derbasî navçeya Erdîşê bûn û li vir bi hemwelatiyan re rûniştin û ew guhdarî kirin. Ekîba teknîk û lêgerîn-xilaskirinê di bin serpereştiya Serokê Dayireya Agirkujê Hakki Bîlîcî de li xirabeyan dest bi xebat û lêgerînê kirin. Ekîba ku navborî li ser Kolana Zîlanê ji Avahiya/Bînaya Aydinê cesedê jinek derxistin; piştre li Avahiya Çeber a li ser Kolana Fatîhê dest bi xebatên lêgerînê kirin. Ekîb di nava demekê kurt de li vir rastî şopa însanên hê di bin xirabeyan de sax mane hat, ekîb xebatên lêgerînê bi nazikî domand.

LI SALONA ÎNTERNETÊ QIYAMET E

Hat zanîn ku Eyup Yilmaz ê 14 salî, kurê apê wî Omer Yilmaz ê 17 salî, Harûn Kaya yê 17 salî, zarokê bi navê Ozan ku paşnava wî nehat zanîn, li qatê herî binî li Salona 65 Înternet Cafe mehsûr mane. Zarokên qata yekem ku 5 qat di ser wan de hatine xwarê, alîkarî dixwestin; ekîba Bîlîcî serperiştî dikir, bêyî ku bêhna xwe vebidin heta sibê/spêdê xebitîn. Ekîba navborî stûnên sê qatan hûr kirin û xwe gihandin Harûn Kaya. Ekîbên tenduristiyê destpêkê oksîjen dan Kaya û piştre serom danê.

Li aliyê din ekîba lêgerîn û xilaskirinê ya ji Azarbaycanê hat, tevlî xebatên Şaredariya Mezin a Amedê bûn. Xebatên ta sibê berdewam kirin li vir negihiştin encamê, danê sibê di demjimêr 09:00’an de Harûn Kaya jiyana xwe ji dest da. Xebatkarên ekîban ji bo xwe bigihînin zarokên din, xebatên xwe domandin.

Di vê navberê de Baydemîr, Kişanak û yên pê wan re hatin ser xerabeyê, bi malbatan re hevdîtin pêk anîn û hewl dan ji wan re bibe piştgir û destek.

JI 3 HEZAR KESAN RE 3 DANAN XWARINA GERM

Baydemîr û Kişanak biryara ku li Parka Zîlanê Kon-aşxaneya berfirehî bê vekirin dan. Di berbanga sibê de di demjimêr 05:00’an de Şaredariya Mezin a Amedê xwarin da xebatkarên lêgerîn û xilaskirinê û malbatên ku li ser xerabeya dipêyan. Kon-aşxaneya 150 metirçargoşeyî dê roja sê dana xwarina germ bide 3 hezaran kesan. Berpirsyariya kon jî hevjîna Şaredarê Yenîşehîr a Amedê Firat Anli yê 3 sal e li girtîgehê tê girtin, Dr. Ozlem Anlim wergirt.

MAŞÎNEYÊN KAR DIXEBITIN

Şaredariya Bajarê Mezin 2 wesayîta xilaskirinê, eskuvatorek, 2 heb tankerên avê, 2 heb kamyon, vîdanjorek, pîkabek û 4 otobês gihand Erdîşê; otobosêk bi veguhestina rêwiyên navbera Eganîs-Erdîş, 3 otobês jî dê li navenda Erdîşê bêpere xizmet bikin.

Dema Baydemîr û Kişanak serdana hemwelatiyan dikirin û yekser agahî ji xebatên xirabeyan werdigirtin, bersiva pirsên rojnamegeran jî dan. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak diyar kir ku erdhej bû sedema mirina gelek hemwelatiyan û bi hezaran kes jî birîndar hene.

XEBATÊN XILASKIRINÊ TÊR NAKE

Kişanak ji Erdîşa ku destpêkê çûyê mînak da û got: “Careke din derket holê ku em di xebatên xilaskirina erdhejan de tevdîr/bergirî her nîn e. Xebatên lêgerîn û xilaskirinê li Erdîşê pir dereng dest pê kirine, digel ku li Erdîşê nêzî 100 bînahî hilweşiyane, xebatên lêgerîn û xilaskirinê di demjimêr 22:00’an de tenê li 3-4 xalan dest pê kirin.

Kişanak ê bergiriyên dewletê rexne kir û got ku di warê pêşwazîkirina pêdiviyan û amadekariyan de kêmasiyên pir mezin hene, kêmasî û pirsgirêkên koordînasyonê hene. Kişanak rexneyên xwe wiha domand: “Li Erdîşê pir dereng dest bi xebatan hat kir; hem kêmasî hebû, hem jî koordînasyon tune bû. Hem kesên xebatên lêgerînê didomandin, ne pispor bûn. Di warê xilaskirina kesên sax de kêmasî zêde ne. Piştî erdheja 17’ê Tebaxê digel ku li Tirkiyeyê herî zêde erdhej hat axivîn, hat dîtin ku Tirkiye li hemberî karesata erdhejê tu amadekariyên wê tune ye. Derket holê ku dewletê di vî warî de tu bergirî wernegirtiye. Wer dixwiye ku dê gel bi xwe van birînên xwe kew bike.”

Kişanak bang li Saziyên Civakî yên Sivîl (SCS) û şaredariyên BDP’ê kir ku di warê alîkariyan de helmetên xwe mezintir û bihêztir bikin; divê hemû gel li gund, navçe û bajarên lê dijîn beşdarî van helmetan bibin. Kişanak ji gel daxwaz kir ku tevlî torên helmetên alîkariyê ku şaredarî, partî, SCS’yan ava kirine, bibin.

ANF

 

***

Nûçeyên eleqedar:

- Ji Wan û Erdîşê notên rojekê (24.10.2011)

- 13 rojnameyan ev wêne weşand

- ÇGD: Dawî li nijadperestiyê bînin

- Yuzde Yuz Futbol ji bo Wanê kurt dom kir

- Çapemeniya tirk û erdheja Wanê

- Li ser erdheja Wanê agahiyên nû

- MMC weşana xwe rawestand

- Şaredariyên BDP'ê ji bo Wanê seferber bûn

- Saet 19.00: Li Wanê hejmara miriyan zêde dibe

- Şaredarê Erdîşê: Em bi lezgînî li benda alîkariyê ne

- Dîroka erdhejên ku li Wanê pêk hatine

- Saet 16.00: Agahiyên dawî li ser erdhejê

- BDP û KCD'ê heyet şand Wanê

- Saet 15.00: Li Wanê 50 birîndar hene

- Saet: 13.61, li Wanê erdhej çêbû

 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 10 06 2026

Xelata Hemingway dan nivîskar Burhan Sonmez

news
  • 10 06 2026

Li Kobanî 27 hezar xwendekaran karne girt

news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Serxêrê: MGRK û ENKS'ê civiyan

ad

Mebûsê HDP'ê Murat Bozlak wefat kir

ad

Mustafa Sarigûl beşdarî CHP’ê bû

ad

Şaredariya Sûrê dersê dide xebatkarên xwe

ad

Li Cardiffê ewlehiyek mezin hatiye girtin

ad

Li Bienala Venice tabloyên kurdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Derfetên bo zêdetir fêrbûna li ser edebiyata kurdî

  • 10 06 2026
news

‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin

  • 09 06 2026
news

Xelata Hemingway dan nivîskar Burhan Sonmez

  • 10 06 2026
news

Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)

  • 10 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname